1 قراءة دقيقة
02 May
Her ku bêriya te dikim

Halima Can Kobani


Her ku
bêriya te dikim
Bi heyvê re dipeyîvim
Ew xebera te
Ji min re tîne
Peyama te
Ji min re tîne
Stêr dibim hevalên me
 Gerdon dibe ronahî

 Her ku
Bêriya te dikim
Ez gul û sosinan bêhin
Dikim...
Bêhna te ji wan tê
Her ku
Ez wan bêhin dikim
Eşq û evîna min
 Zêdetir dibe..

 Her ku
bêriya te dikim
Gazî bilbilan dikim
Ji min re awazên jiyanê
 Dixwînin....

 Halima Can Kobani

/23/12/2017

تم عمل هذا الموقع بواسطة