Helbesta min
Helbesta min bengîn e
Bê gezo ye
Ti hinguv tê de nîne?
Ji bil xeman
Ji bil xewnan
Ji bil bangên kelogirî
Ji bil henasên nîvmirî
Tiştekî na weşîne
Helbesta min xemgîn e!! …
Tenê tîpên min dikarin
Çiltûka hêviyên jaran bidêrin
Tenê peyvên min diwêrin
bin deriyê bendîxanan bixepêrin
çirûskekê
ji dilên bendewaran bihinêrin…
Şûborî bûne gulên min
Qert bûne bilbilên min
Bêhna ku tê
Evînê na livîne
Dengê ku tê
Peyxamê nagihîne…
Di nav reqepolê de
Katjimêr bêkar bûye
Li derveyî çerxa demê
Melav tarûmar bûye…
Dîdarê bobelatê me
Pêngavên min
dihewqên rêçikan de çikilin
sîberên yaran
li ber çavên min dixilin
Peyv di ber min de dimînin
Axaftin na guvire
Qolinc di hinavan de na hêwire..
Helbesta min xemgîne
Ji bil çend wateyên xav
ti bihreyê na firîne.
7/3/2019.z
***********************