32 قراءة دقيقة
22 Dec
Hêviyên min




Simav Efrin

Îşev ....
Weke her şev tarî ye
Di tenêtiya xwe de
li qûncikên meyxaniya
êş û daxwazên bê
Meyê li hev dimalînin
Bê çav nêrînên xwe bi textêbenda te ve dadelaqînim
Ey laaawo....
Bê te ez koledara şevên
tarî dimînim
Nikarim xwe ji te
vegerînim
Û dûrî te ez xwe nabînim !!
Ditirsim di mija zivistanê de vegera
xwe nebînim
Û mîna FEQIYÊ TEYRAN binberf
bimînim
Û nikarim helbestên
xwe li ser lêvên te
binivîsînim
Ji ber vê yekê
Ez naçim
Her şev li maseyên sermestiyê li benda
te bimînim
Ger tu neyê xemla xwe li saqiyan
helal dibînim

Sîmav Efrîn



Kê netew parastî

Heger qunseliyek me heba

Yan biryardayîna perlemana bi destê me ba

Helbet ne ev halê netewa me ba

Di nav dewletan de cihekî me jî ê hebe

Ne tenê koçberî ê riya min û we ba

Bajarên kavilbûne ne yên warê me ba

Pengavên azadiyê ê malên me ba

Ejdar ne ê li zevî û zozanên me ba

Sirûda EY REQÎB bi yek destî ê sembola me ba

Ne tenê ala Kurdistanê ê li ser darebesta me ba

Li her çiyakî ê bimilmiliya dil pê şa ba

Sîmav Efrîn


Bi rêya Entirnêt
Gula diyarî hev dikin
Evîndarên penaber
**
Li welatê bin dest
Her roj çardehê reşmeh e !!
Xwîna şehîda
**
Ji sala borî de
Di guldankê de,çelmisîne
Gulên bajarekî vala
**
Bi sêvên sor
Li hev pîroz dikin cejnê
Kurdên şeyda
**
Li asîmana
Her roj cejna evînê ye
Leyl û dîn
**
Bajarekî kavilbûyî
Li xwe digirî !!
Gulfiroş
**
Bi gulên sor nerazîne !
Çi diyarî dixwazin ??
Xwendekarên zanîngeha
**
Gula nakire
Ji zeviyan didize
Şivanê gund
**
Çiyayê Sîpanê
Şilêrên sor dipişkuvîne
Xwîna du evîndara
**
Bajarî ji bîr kirî
Her roj kolan sor in
Qet ne cejn e !!

Sîmav Efrîn


Kirdistan im ez

Çawa tu dibêjî ??
Ez kurdê Îraq im !!!
Ez xelkê Suriyê me !!
Aaaaan jî kurdê Îran û Turkiyê me
Çeperast vegere
li dîroka xwe meyizeke û bigere
Ez kurd im
Kurdê Kurdistanê me
Li Başûr hebûna xwe dibînim
Darxistina rojene li Rojhilat im
Qêrîna dîwarên Amedê li
Bakur im
Gulzeytûn û goşgenimiya
Rojava me
Dîroka bav û kala me
Roka Zeredeşt li sema me
Pêt û agirê Kewa me
Ez ne Faris û Tirk im
Ne Ereb û dizê mirêşka me
Ji dema neolîtîk de ez şêrê
çiya me
Ez ne manedûna kesa me
Kurd im Kurdistan im
dilekî bi çar perça me
Ez ne girêdayî tu
welata me
Ji berî wan de ez welatekî
ser bixa me
Ez sorgula
Mezopotamiya me

#Sîmav Efrîn #



Berî cejnê
Bi pîrozî hev dipêcin
Sê roj
.....
Sê roja
Li ber xwe dide
Rojiyên Êzîdiya
......
Bi xemgînî
Pêşwaziya şemala şahiy dike
LALIŞ
....
Pîroz e
Bi navê xwe
Tawis Melek
.....
Pozbilin
Bi tîrêjên rokê xwe dixemlîne
LALIŞ
...
Bi giyanekî dîrokî
Pîrozkirî dibirûse
LALIŞ
....
Piştî koçiberiyê
Lêv dilerize
Cejnek sar
....
Bi şahî
Êş û birînan bi hev dixîne
Herçend vîn e
....
Berî birbangî
Ronî dike şeva tarî
Mûmên cejnê
....
Mûmên azadiyê
Bi rokê re pit pit dikin
Cejna Êzîd

#Sîmav EFRÎN #

ربما تحتوي الصورة على: ‏شخص واحد‏


ALA KURDISTANÊ

Xwe dixemilîn e
Bi bîst û yek tîrêjan
Ala Kurdistanê
***
Asîmana dixwmlîn e
Ne bûka baranê
Ala Kurdistanê
***
Bê ziman
Stêrkan dipeyvîne !
Ala rengîn
***
Firindeyek azad
Bê bask li asîmana
Ala Kurdistanê
***
Ji xwedê ve
Bi kivanî li asîmana !!
Ala rengîn

***
Bê nînok
Goşiyên stêrka dadiweşîne
Ala rengîn
***
bedwebûna bejmê
Heyv tevlihev kir
Ala welatê rojê
***
Hil de jor !!
Li ser giyanê pakrewana
Sembola serfirazî yê
***
Dixemilîn e
Çiyayên Kurdistanê
Keske sor
***
Bê sînor li asîmana
Gulistanek keske sor e
Ala welatê bin dest
***
Ronahî dike
Şevên tarî
Ala Kurdistanê
***
Şaxên zeytûnê
Na xemlîn e
Pîst û yek tîrêj !!
***
Şîn ji zeytûnê
Sor ji xwînê
Ka ala Efrînê ??
***
Li bana asîmana
Xwe dileqîne
Keskesor
****
Bê bask
Çar parên welat dimalîne
Ala welatê berxwedêr
***
Darebesta
pakrewana dimalîn e
Ala keskesor
***

Bê lêv
Heyvê radimûsîn e !!
Ala kurdistanê
***

Li ser ala rengîn
Hêviyan bi hev dixîne
Dapîra min

#Sîmav EFRÎN #

لا يتوفر وصف للصورة.


Li nav êgir
Bê deng ratetin
Çirûskên Zeytûnî


Bi kefenê reş
Gupikên zeytûnê
Oxir kirin

Ta koçbûn
Bi cih nebûn !!
Zarokên Efrînê

Piştî
ev dem derbas bibe !!
Demek din ê me bigorin !??

Her tim
Ji kezebê parekî dibire
Dijminê koledar

Her kêliyekê
Li Efrînê vedigere !!
Helepce !!

Bi hêstirên xwînî
Zarok bi rê kirin
Dayêkên bext reş

Piştî teqînê
Li zaroka digere
Lîstokên xwînî ! !

Bê xatir xwastin
Firîn asîmana
Zarokên bê welat

Temê li kurda
Diçirkîne diranan
Mirin !!

Ew hişyar ne kir !!
Ta maç û qêrînên bilind
Pakrewanên bi çûk

Li nav tiliyên dayîka
Bê rih dimilmil in
Firindeyên bê hêlûn !!

#Sîmav EFRÎN #

لا يتوفر وصف للصورة.


Pênûsa şevreş

Lo baaavo !!!
Kê binirxînim ez ?
Ji kê bipirsim ez??
Çi binivisînim ez ?
Kê bişopînim ez ??
Hundir cîger û canê xwe
binirxînim ....!
Lê kûrahiya cîhanê di hestên xwe de bilerzînim ..!!!
Ê ku tu dixwazî .....!!
Pênûsa min nikare binivisîne .....!!
Durî sîng dil dîl û esîr e bê
cih û war dimîne
Lo baaavo.....!!!
Kê binirxînim ez ?
Ji kê bipirsim ez ??
Çi binivisînim ez ?
Kê bişopînim ez ?
Hîn koka Zeytûnê mîna
geliya bi xwîn e ...!
Biskên pakrwana xwe lê
dimalêne ......
Koçbûyî malên gunda sêrçe
bê ziman dilorîn in
Hêviyên pêk nehatî di
bixçika hestan de bi dardixînin .....!
Lo baaavo ....!!!
Kê bi nirxînim ez ?
Ji kê bipirsim ez ??
Çi binivisînim ez ?
Kê bişopînim ez ?? ....
Efrîn bû qamîşek hişk
li nav bajara ...!!!
Bû ew dara bê xa li keviya
kendala ...!!
Bajarakî zeytûnî bû agir pêxistin
Mizgefio mala ....!
Hên kor e pênûsê min li
xwe digirî wek bê hala !!
Wer bêje lo baaaaavo !!!!???
Çima cîwarên me ketin destê
neyara ......?????
Jiiiiiii kê bipirsim ez???

#Sîmav EFRÎN #

ربما تحتوي الصورة على: ‏‏شخص أو أكثر‏‏

Ey dîlberê

Îşev rabe ji xew
û xiyalên bê qîmetê ....
Tiştek ji destê min û te
dernetê
Mîna pelpelîskekê semake
li ser milê min
Ey dîlberê ...
were ......
Em bihev re bifirin ser
pêsîra heyvê
Bipispisin bê ku stêrk
me bibînin
Em hemî stêrkan bi dizî ji
ezmana birjînin
Bi ser bajarên xewkirî
de daşînin
Tiliyên te bi tiliyên xwe
re bimalînim
Divê ku berî şivaqê em
xwe berve jêr ve biherkînin
Mîna dergûşvanekî te di
hembêza xwe de bihejînim
Bila di pê va şevê re ez bimirim
û tu mirazan qet nebînim
Ey dilberê ......
dê were carekê ez te bibînim

#Sîmav EFRÎN #

ربما تحتوي الصورة على: ‏‏شخص أو أكثر‏‏


Di nav valahiya tiliyan de
Kenî xwe belav dike
Wêneyek bê rih
***
Ji guldankên welat
Bi gurza gula diweşîne
Payîzek lêpikirî
***
Bi pîrhenekî spî
Çûn buhiştê
Perperîkên ciwan
***
Bask şikestî
Li ezmanekî digere
Çivîkên bê miraz
***
Di lepa zavan de
Hêştin xewnên xwe
Kevokên Qamişlo
***
Li ber dilopên
ciwanekî evîndar
Zivistan fedoke
***
Bê xilat
Hemî kurd vexwendarî kirin
Bûkên pakrewan
***
Di destên zêve de
Li nav welat digere
Hêviyên pêk nehatî
***
Ye bajarê evînê
Ma te têr ne xwar ?!
Ji destana Mem û Zînê
***
Va zivistanê
Baranek evîndar dibare
Hêstirên xortên Kurdistanê
***
Bê xemlandin
Çûn buhiştê
Biskên fereşfe yê

#SÎMAV EFRÎN #

ربما تحتوي الصورة على: ‏‏‏٣‏ أشخاص‏، و‏أشخاص يبتسمون‏‏


Paytexta Evînê

Ê bimîne bajarê evînê

Xwişka Şengal û Efrînê

Ji bo te bê deng dinale Nisîbînê

Hemê kurd birînên te dibînê

Bi kesera dil diqirçînê

Silav dike li we kerkûk û Mêrdînê

Li Mahabet dijmin jinan bi dar dixînê

Kezba dayîkên kurd dişewtînê

Lê dîsa Qamişlo bajarê Mem û Zînê

Tu kember gulgenimî ji zeytûnê

Ermenistan dilsojî nameya te dixwenî

Rojava dimire cîhan çavan dadimrînê

#Sîmav EFRÎN#

لا يتوفر وصف للصورة.


Bi qêrina kevir re
Hêza dijmin dişkîme
Zarokê kurd

Ta pêlîstokên zaroka
Walat diparêze
Kevir

Bê bask difire
Balafirên dijmin dişewtîne
Kevirên sêwî

Piştî şihadetê
Dinirxîne rêya dijmin
Sola pakrewana

Li welatê rojê
Sembola berxwedaniyê ye
Sol û kevir

Pakrewanin
Nakevin destê dijmin
Kevirên ROJAVA

Lek bi lek kom dibin
Bi ser dijmin dibarin
Sol û kevir

Serbilind
Gav bi gav dimeşin
Dayîkên kurd

Li nav tiliyên zaroka
Raspêra Hevrînê pêk tê
Serhildana Rojava

Bê ziman
Li azadiyê digere
Kevirên welat

Dixemlîn e
Serhilgirtina Rojava
Dayîka Hevrînê

Gorpana ceng
Kevir çekên qedexe dişewtîne
Dayîkên berxwedêr

Ji kevir û pêlavên dayîka
Wek roviyan direve
Dijmin

Li şûna perîşana
keviran hembêz dikin
Dayîkan pakrewana

Li hembêza dayîkan
Şibihet zeytûnê ye
Kevirên Cizîrê

Ji rûyê zordaran
Paqij paqijtire
Pêlav reş

Ta bi kevir û pêlava
Diparêze axa xwe
Dayîkên şehîda

Bi keviran re
Hêviyên welat hilgirtî
Dayîka Pîroz

Li qada ceng
Bi hezar û sed bombane
Kevirên bê welat

Di destên dayîka de
Nîşana berxwedaniyê ye
Kevirên Rojava

#Sîmav Efrîn #

ربما تحتوي الصورة على: ‏‏شخص واحد‏، و‏‏‏‏وقوف‏، و‏على المسرح‏‏ و‏نشاطات في أماكن مفتوحة‏‏‏‏

Şevek bê deng

Îşev .....
Şevek ....
ne weke her şev bû ..!!
xewnekê ez girtim di
xewê de !!!!!
Pelên payîzê gulzeytûn
xwînê diherkînin pî de
Lehiyên xunava difetisin
dideştê de .....
Bi ferehbûna gerdûnê xewnek
kûr bû lê gelê min mirî tê de !!!!
Koçber bûm bê may
çûm bisewdê de
Hîn em dibînin
û min dît û dît dîîî...îît
Sunbilên canbiraştî evîna
xwe li şaxan diherkînin
hêstir tê de .......
Deştên hinarî , çiyayên gêlberûk
kavilbûne kes nema tê de
Di asoyên bê deng de pelan
dadiweşîne lê ne
di demê de
Bi tîrêjê berbangî re hişyar bûm
ne xewnek bû ku ez
tê de ......
Ew rastiyeke dijwar e gelê min
diçe bê de
Lê dêsa min dît ......
Solavên stêrkan ji
ezmana têne xwer ......
PAKREWANÊN me tê de

#Sîmav EFRÎN #

ربما تحتوي الصورة على: ‏‏‏‏‏سماء‏، و‏جبل‏‏، و‏‏شجرة‏، و‏نشاطات في أماكن مفتوحة‏‏‏ و‏طبيعة‏‏‏

Di lêvên rûnişteka de
Kêzik û Xiroke
Civîna xwe digerînin
........
Ji dengên xwe
direvin
Danoştekên sêwî
.......

Li şûn şopên xwendekara
dîlana zordariyê
digere
.....
Li ser depa vala
Derazekî dinivîse
Calcalok
......
Piştî dagirkirinê
Dibistanên bajêr
Qada perwerda zirçepoza ye
......
Ta çivikên ezmama
Li ser nalorîn in
Rûniştekên ji hev ketî
........
Di bin xanî de
Pêlîstokên werzîşê dinal in
Dibistanên dagirkirî
..........
Dîroka sala borî
ditepîne
Pênûsa korcav
........
Li dibistanên vala
kerasê payîzê
Pêrtûka dileyzîne
........
Her sibe
Sirûda netewî dixwînin
Çivîk li şaxên xwe digirî
.......
Li dibistanê
Şehîd ket
Zarokê bê ling
........

#Sîmav EFRÎN #

ربما تحتوي الصورة على: ‏‏نشاطات في أماكن مفتوحة‏‏

Payîz e evîna te

Xwezî !!!!
Xweeeezî .....
evîna te mîna pelên
Payîz ba...!!
Di demsalekê de tu biweşiya !!!!!
û sê demsalan li min bigeriya !!!!
Bêtirî si salî ye
di tenêtiya xwe de dipirpitim !!!!
Li textê mirdar digevizim !!!!
Rûpelên dil hêdî......hêdî
diçelmisin!!!!
Giloverên çav pê te kûr
dimînin ......
Ji dengê xwe gul derevînim ......
Di şevên li ber xwe neketî de ....!!!
xeyalên te ditepînim !!!!
Di pozê helbestan de
bê deng te dinivisînim ...
Hemî zimana bi navê te dixemlîn im !!
Ji bilî dilê xwe , te li
hemî dilan dibînim
Bi hêstiran rûyê fedûk
diqelşînim !!!!
Çû payîz .....!!!
Hat Buhar .....!!!
Şev tariye ez te nabînim
Piskên demsala dûr porê te diqurçînim !!!!
Dûrî te mîna pela Payîzê
pê mey sermest
dimînim !!!!!
Saaaal derbas dibin .....
di durûçikiya evîna te de
li koka daran difetisim

#Sîmav Efrîn #

ربما تحتوي الصورة على: ‏‏‏‏‏شخص أو أكثر‏، و‏أشخاص يمشون‏‏، و‏‏أحذية‏، و‏نشاطات في أماكن مفتوحة‏‏‏ و‏طبيعة‏‏‏



Di devê heyvê de
Sirûdek netewî ye
Mamosta dibistanê
بفم القمر
أنشودة وطنية
معلمة المدرسة

Li sre dîwarên dibisitanê
Hêstirek şewitî
Dayîka zirzêq e
على حائط المدرسة
دمعةٌ ثكلى
الام عاقرة

Bi nav gehayê hişk de
Xizêmokek dipişkive
Şagirta gund
بين عشب يابس
تنبت الاقحوانة
تلميذة القرية

Bi pozê tiliyan
serspiyan tev dide
Mamosta pergaldar
برؤوس أصابعها
تخربش رؤوس المقملة
معلمة انيقة

Bi dilê xwe dinivisîne
Deraza rojen e
Şagirtekî bê dest
بقلبه يكتب
الحكمة اليومية
تلميذٌ مبتور

Deriyên şikestî
Sobak êzingî
Dibistana ji birkirî
مكسورة الأبواب
تدفئة حطبية
مدرسة منسية

Bê hîpekirin
biazadî bihna xwe distîne
Dibistana gundê min
دون قيود
تتنفس بحرية
مدرسة القريتي

Li ser rûniştekên şikestî
xiştepişta
pelên Payîzê ye
فوق المقاعد المكسورة
تخشحش
أوراق الخريف

Di nav stêrkan de
çîvçîva heyvê ye
Mamoste
بين النجوم
تغرد القمر
المعلمة

Mil girane
Xurcek vala ye
yekem rojên xwendinê
مثقلة الأكتاف
محفظة فارغة
أول يوم دراسي
#Sîmav Efrin#

ربما تحتوي الصورة على: ‏‏‏‏‏شخص أو أكثر‏، و‏أشخاص يجلسون‏‏، و‏‏عشب‏، و‏نشاطات في أماكن مفتوحة‏‏‏ و‏طبيعة‏‏‏


Evînî

Yên ji axê peyda bûne
Û kulîlka diweşînin
Ez û tu
***

Du pêrtûkên evînî
Di pêrtûkxaneyê de
Ez û tu
***

Ji nav dîwarên ji hev ketî
Du beybûn pişkivîn
Ez û tu
***

Li ser şaxên zeytûnê
Du çivîk şehîd ketin
Ez û tu
***

Li goristana
Du mirî can pê hatin
Ez û tu
***

Li gorên şehîdan
Du gul neçelimisîne
Ez û tu
***

Dastana evînê
Ne Mem û Zîn e
Ez û tu
***

Li çiyayê Sîpanê
Bi mitikî şehîd bûn
Ez û tu
***

Li ezmana stêrkên evînî
Ne Leyl û Dîn in
Ez û tu
***

Di guldanikê de
Du gulên li hev dimilmilin
Ez û tu
***

#Sîmav Efrîn#

ربما تحتوي الصورة على: ‏‏‏٢‏ شخصان‏، و‏‏‏أشخاص يقفون‏ و‏قبعة‏‏‏‏


KÎ ME EZ

Ji gewriya dîrokê ez hatim

Cîgerê Hesinkar û
canpolat im
Aştîxwaz, azadî bi armanc
û xebat im
Xwişka Dicile, dengê Kitix
li Firat im
Hêviya Nisêbîn li welat im

Çavzeytûnî me li payîz ez
Sibat im
Destana evînê li keç û xortan
dihatim
Xakek pîroz bûm, lê hov bi ser
min de hatin
Bang kirin binavê Îlah û
Sewrat in
Ji bo me bikin winda, xwe bikin
îsbat in
Bê wijdan ser jêkirin lehtikên
ji lat in
Dagir dikin laş pîroz, tu deng ji
cîhanê nehatin
Lê najîm bi koletî dikim xebat im

Bi tena xwe berxwedanê dikim bi
sed welat im
Zeytûnî me pir bihêz û eynat im

Ji xwîna min kulîkan vegirtin
dîlan û dewat in
Gewriya mirinê bi hevokên kenok
dixemitîlim ez şihadet im
Nakevim kozika bindestiyê, aştîxwaz
û azad im
Eeeeez EFRÎN İM bi sed hezar
welaaaat im
Eeeeez EFRÎN İM bi sed hezar
welaaaaat im
#Sîmav Efrîn #

ربما تحتوي الصورة على: ‏‏‏سماء‏ و‏نشاطات في أماكن مفتوحة‏‏‏

Biryarê nemir

Li bihuştê sema dike
Tev zarokên Anfala
Bilbilekî bi çûk

Di nirînên çavan de
Li miletê bin dest
Tabiloya yekîtiyê xelat dik

Bi xwe re
Biskek ji porê bûkê
Ji bav re bir

Bê zarokên kurd
Dojah dibe
Bihûşt

Li ser rêçûna bav
Xwe qurban kir
Pakrewanê bi çûk

Di gora dil de
Du evîna ditewîne
Hevjîna pakirewan

Roj bi roj pelan diweşîne
Mîna payizê ye
Kurdistan

Du gulên Zagros
Xelata pakrewaniyê
Li şaxên zeytûnê dikin

Bi lorîna dixemilîn e
Geyanê Biryar
Dayîka kurd

Ji mirinê natirsin
Jiyanek bi rûmet dixwazin
Bav û kur

Li pêsîra Zagros
Du çivîk bûn stêrk
Bav û Biryarê nemir

Li ser ala Kurdistanê
Malbeta xwe qurban kir
Dayîka aştîxwaz

Bi rondikên çav
Kefenê zarokê xwe dirût
Dayîka Biryar

Berî ku can bide
Bi lêvên xwe maçek
Ji ala Kurdistanê stand

#SÎMAV EFRÎN#

ربما تحتوي الصورة على: ‏شخص واحد‏


من زرقة عينيها
تمزقت الفصول
السماء خجلى
Ji şînbûna çavan
demsal perçiqîne
Ezman fedok e
*
من زرقة عينيها
يعرفها الجميع
طفلة شنكال
Ji şînbûna çavan
Her kes wê nas dike
Zaroka Şengalê
*
من زرقة عينيها
نام السّماء
فوق المجازر
Ji şînbûna çavan
Ezmên li ser
komkujiyan xew kir
*
من زرقة عينيها
ينزل الدمع
راقصاً لا تشكو!!
Ji şînbûna çavan
Rondik diherike
Sema dike gazinan nake !!

*
بزرقة عينيها
صنعت أرجوحة
ميديا
Bi şînbûna çavan
Wê hêlana Mîdiya
afirand
*
بزرقة عينيها
علمت الإنسانية
دروس منسية
Bi şînbûna çavan
Wê mirovahî fêrî
Waneyine jibîrkirî kir
*
بزرقة عينيها
ترسل السلام
للقبور الجماعية
Bi şînbûna çavan
Silavan li
gorên komî dike
*
من زرقة عينيها
ينزل حروف
أين الشاعر ؟؟؟
Ji şînbûna çavan
tîp dibaran
Kanî helbestvan ???
*
بزرقة عينيها
تبتسم على صمت الجدار
لوحات الاضحية !!!
Bi şînbûna çavan
li ser bêdengiya dîwar rûken dibe
Tabiloyên qurbaniyan !!!
*
بزرقة عينيها
كتبت .....
ملحمة دموية
Bi şînbûna çavan
dastaneke xwînî
Nivîsand .....
*
زرقة عينيها
تذكرنا
بأرض عشتار
Şînbûna çavan
Erdê Eştar
Tîne bîranîna me
*
بزرقة عينيها
تتجمع مجازر
شنكال
Di şînbûna çavan de
Komkujiyên Şengalê
Kom dibin
*
من زرقة عينيها
تمزقت الجنان
الوجوه خجلى
Ji şînbûna çavan
Bihuşt çiriyan
Rû fedok e
*
من زرقة عينيها
أرجوحة خرزيه تتدلى
طفلة الأنفال
Ji şînbûna çavan
Hêlana morikî nazdar dibe
Zaroka Anfalê
*
بزرقة عينيها
تهمس بآذان سماء
أين القضية ؟
Bi şînbûna çavan
Di guhên ezmên de pispis dike
Kanî doz ???

#SÎMAV EFRÎN#

ربما تحتوي الصورة على: ‏‏شخص واحد‏، و‏‏‏‏محيط‏، و‏لقطة قريبة‏‏ و‏نشاطات في أماكن مفتوحة‏‏‏‏



SİBA TE BİXÊR BEYBÛNA MİN

Siba te bixêr zeytûna min

Gulbihara zivistana min

Çawa dikim tu narî ji bîra min

Bi bîranîna te diperpite dilê min

Wek çema Kitix dixulxule xwîna min

Siba te bixêr Zeytûna min

Dimilmile wêneya te li ber çavên min

Tu heyvî lê windayî ji şeva min

Te dibirin û sînor danîn pêşa min

Barekî giran li ser milê min

Siba te bixêr Zeytûna min

Bê te jiyan derbas nabe yara min

Bûka buharê li demsalên min

bê te sêwiye welatê min

Li tiliyên sibê tû yî Elenda min

Siba te bixê Zeytûna min

#SÎMAV EFRÎN#

ربما تحتوي الصورة على: ‏‏‏نشاطات في أماكن مفتوحة‏ و‏طبيعة‏‏‏


Bi çavên zeytûnî
Sîngê genimî
Bi şewat dilorîne
Welatê rojê
🦋🦋🦋

Bi fîstanekî reş
Xwe dixemlîn e
Bûka evînê Qamişlo

🦋🦋🦋

Bi alafên duşvaniyê
Li zeviyan Şehîd bûn
Perperîkên evînda
🦋🦋🦋

Di nînika çavên te de
Bajarê xwe dibînim
Ji ber ku zeytûnî ne
🦋🦋🦋

Qêrîna gulgenimiya
li zeviyan , gulhenaran
dipşkuvîne
🦋🦋🦋

Çar demsala
Nîşan dide
Percbûna welatê kurda
🦋🦋🦋

Di gewriya birbangî de
Çivîk û kevok dinalin
Hevcarê çotyara xewkirîne
🦋🦋🦋

Pîzêrkên xerîbiyê
Can dişewtîne
Qêrîna zeviya pixçika
hesta diçirîne
🦋🦋🦋

Geştiyên cotkara
Li ber derayên mezin
rawestîne
🦋🦋🦋

Yek bi yek
Xwe şewitand
Guleyên genimî
🦋🦋🦋

#SÎMAV EFRÎN#

ربما تحتوي الصورة على: ‏‏‏نار‏ و‏نشاطات في أماكن مفتوحة‏‏‏


Enî ne da enî
Koka hêviya anî
Welatfiroş

###
Laş helbesta
dewlemend kir
Guleyên genimî

###

Li her helbestekê
Xwe xulmakole kir
Gûşiyên genimî
###

Kilçikên şewitî
Zeviyên komirî
Asoyên cotkara

###
Li şûna peyalên bênderevan
Bê geyan gore mane
Telîzên pîne kirî

###

Ne şewata zevî û dexlane
Cenga hest û ramanane

###
Ewrên avis ji ezmana
baran ne barandin
Ji hulma zeviya fetisyan

###

#SÎMAV EFRÎN#


ربما تحتوي الصورة على: ‏شخص واحد‏


Tamar mayî

Çiya û daristanên ku
dişewitin ez im
A di helbesta lêdanê de
maye ez im
Zemîna xêzik lê diçêre
ez im
Li bêderan tê bazarkirin
ez im
Bi şûrê Ereba tê serjêkirin
ez im
Dûr ji rojê ser bidûman
maye ez im
Gulsosina bê bihar maye
ez im
Miriyên bi ax nebûne
ez im
Qêrîna bêdeng maye
ez im
Dewlemend ji derd û kul
ez im
Şagirtê bê mamoste
ez im
Zanîngeha bê xwendekar
ez im
Pênûsa bê zaniyar ma ye
ez im
A li textê stemkaran dida-
liqe ez im
Tarûmar û winda dibe
ez im
Şêrê li devê roviya maye
ez im
A şehîd bûye û nemirî
ez im
A li destê xwînmêjan maye
ez im
Sirûda bejina lewend
ez im
A bûye çîrok û sitran
ez im
Kurdino a li we silav dike
ez im
#SÎMAV EFRÎN#

لا يتوفر وصف للصورة.

Lêstûkên sêwî

Çirên me temirandin

Gupikên me qurçandin

Hêviyên me çelimisandin

Lêstûkên zaroka şewitan

Kerasê azadiyê helandin

Şev li rojê qulibandin ......

Gerdûn çep werqerandin

Li pînika hêk çeliqamdin

Kanî ji xwînê herikandin

Bi zinçêra em pêçandin

Ji daran pel weşandin

Perîşan bi ava miriya
kelandin
Ji kerên me hespên xwe
afirandin
Kes ji me li war venege -
randin

#SÎMAV EFRÎN#

ربما تحتوي الصورة على: ‏‏‏٦‏ أشخاص‏، و‏‏أشخاص يبتسمون‏، و‏‏‏‏أشخاص يقفون‏، و‏‏جبل‏، و‏نشاطات في أماكن مفتوحة‏‏‏ و‏طبيعة‏‏‏‏‏


Bûka bi çûk

Ji bîra min nare çavên
kilkirî
Sorgul ji xwînê dixulxilî
Çember kirin rêçûna me
bi kevirî
Nalîn û qîrîn xistin va
delî
Çima bûka Kurdistanê ket
devê wa gurî
Dev bixwîne dest qirêj e
laş gemirî
Taca spî li serê bûkan
diçirî
Hêstirên dayîka li rû
qemirî
Kolanên me dişewitînin,
kirin laşekî komirî
Lê bihuşt nabe çirûska
temirî
Eger em dest bidin dest
bi yek birî
Kes nikare me ji hev
bibirî
Ji bîr nekin lêvên kesk û
sor xemilî
Hîn em zarokên Mîtan
û Arî
Bi destên xwe rakin ji mil
vê barî
Vegerînin taca bûka piçûk
bila nemîne rêşkirî
Bes e her bûkeke me diçe
bixwînê dixemilî

#SÎMAV EFRÎN#
1/5/2019

ربما تحتوي الصورة على: ‏‏‏سماء‏ و‏نشاطات في أماكن مفتوحة‏‏‏


Sembola çiya

Pêt û agirê te
Ji xwîna şehîdên me
Bihar xweş e bi navê te
Gupik gul dibe li dilê me
Newroza min
Sembola min
HêsinKar dîrok azad kir
bi navê te
Hager tuştek nema
agirê te ji bejna me
Wek Mezlom xemilandî
cejna te
Keç û xot te zarok fedane
ji bo te
Newroza min
Sembola min
Bihar xweş ne li me
Her tim xwîn dibe
birîna me
Ji kenê Şehîdan li ser
dekê dilorînin
dayîkên me
Newroza min
Sembola min
#SÎMAV EFRÎNÊ #

ربما تحتوي الصورة على: ‏شخص واحد‏


Namek bi şewat

Ne helbest......!!!!
Tenê qêrîn û nalîn 😥
Helepce....Helepce.....
Min ji bo te Tu helbest diyar nekirin
Ne ku min tu ji bîr kiriye
An jî cihê êş te di dilê min de tu ne ye
Heya niha pihna cihra kîmawî tê ye min
Her sala ji komkujiya te min şaxên Efrînê dihûna
Li ber çavên sîstema çavsor min rê girê dide
Lê hîne destên min ji xwîna Efrînê şilin 😥
Laş birînim rih mirim ....
(KURDÊN BAŞÛR)
Diniya ewqs li serê me ne fereye
Çar perçe KURDISITANÊ di dilê me de ye
Ne tenê di helbestên me de ye
Sedhezar helbest di dest û hestên me de ye
Ji bo tevahî Kurdên cîhanê
Bihar ji bo me kurda pir bi êşe
Silav û hurmet
#SÎMAV EFRÎNÊ #
17/3/2019

ربما تحتوي الصورة على: ‏‏‏شخص أو أكثر‏ و‏نشاطات في أماكن مفتوحة‏‏‏

Qamişlooo

Tu evîna her kurdekî ye
Tu xwerevîna her dilekî ye
Ev roj nayê ji bîrkirin
Çavê her dayîkekê bi hêstira
hat kilkirin
Dazdehê Adarê bi xwîna zarokên
te hate nivîsandin
Kefenekî ji xwînê li miriyên
me pêcandin
Bi azadî li ser mil me şehîdên
xwe li kolanên te gerandin
Civîk û bibil ji li ezmanê
te dixwendin
Bêbextî her tim dijmin
em dixûpandin
Destên me ji hev diqetandin
Lê nizanî ku kurda evîna
xwe bi dilekî çandin
Û can ji bo hev feda ú
sînor bi evînê dirandin
Ji navê te Qamişlo Kurdistan
tê xemilandin
Tev Efrînê birîna te tê ye meyandin
Qamişloka min ji durahiya te
xerîbîyê ez helandim


#SÎMAV EFRÎNÊ #

ربما تحتوي الصورة على: ‏‏نص‏‏


Tu helbestî

Her rojek ji bû te
cejn e can ê
Tu pîrozî bi Tewrat
û Quranê
Tu şanazîbira welatê
min î
Tu vîn , evîn û vejîna
Jiya nê
Heger dayîke xebatkare
tê xuyanê
Tu yî şervanek paqij wek
cilpikên baranê
Tu pêşengî , tu malbetî
tu baş dizanê
Welat bi te ava dibe
ez qurbanê
Tu xemrevîn û bihûşta
Kurdistanê
Ji kenê te kulîlk dipişkivin
li zozanê
Xweşrenge bejna te
li dîlanê
Bi fîtanê kurmacikî
dîrok xuya dike li cihanê
Maqam bilindî mîna
çiyayê cûdî tu
sembola berxwedanê
Ji reşikên çavên te
hêviyên me nûjen dibin
bêrîvan ê
Sondixwin tê bimîne
çirûskeka azadiyê
li çar berçe Kurdistanê

#SÎMAV EFRÎNÊ #

ربما تحتوي الصورة على: ‏‏نص‏‏


Tu bû yî ....
ew gûz a li nav pelan
nayê xuyan!!!!
Ma ez ê serdarekê
ji ku hunim
Di serê te da dînim
Ku te li bin darê bibînim 😅

#SÎMAV EFRÎN#
22/2/2019

ربما تحتوي الصورة على: ‏‏نشاطات في أماكن مفتوحة‏‏


Te çi nas kir loo

Dema te got ji te hez dikim
mam bê deng ....
Te çi ji bêdengiya min nas kir lo ???

Tu bû heyv, şev bê tariye
Ji tariya şevê te çi nas kir lo???

Qêrînek bê deng bûm ,
ziman pûç û lalbû
Bêje te çi nas kir lo

Dema name nîvqircî bê
peyv tê ber çavên te
Ka bêje te çi nas kir lo??

Dema ku biguleyên evîna xwe tu derbasî çepa sîngê min bû yî......!!!
Bêje te çi nas kir lo????

Dema te gora min bimilêbên destên xwe
Kûr kir
Bêje te çi nas kir lo???

Li mirinê min got ji te hez nakim !!!!
Kaaaa bêje te çi ji gotina
min nas kir looo????
Kaaaa bêje te çi nas kir loooooooo??????

#SÎMAV EFRÎNÊ #
5/2/2019

لا يتوفر وصف للصورة.


Bi êş derbas bû

Xelkê peyalên xwe
dagirtin !!!
Lê ez serxuş bûm ......!!!
Bişahî şeva tarî
derbas kirin
Bi desmalên evînî
Xudana xwe paqij kirin

Lê av dilaşê me de
sar kirin
Xemgînî li tembûra
me saz kirin
Darên xwe ronîkirin .......
Darên me ji binda
hilkirin
Bi her kenekî rih ji
laş dibirin
Sala bûrî bûka me bê
tac kirin
Bi xaînetî zave şehîd
kirin
Lê sala nû nizam yên
me çi bikin
Ji bo Kurda şahî
yasaxkirin
Darên me ji xwînên
Şehîdan xwe pîroz kirin

Zarokên biçûk li bin
şaxên zeytûna
qurban kirin

La .................
Kurdino çma em ji hev
bidûr kirin......??????????

1/1/2019

#SÎMAV EFRÎNÊ #

ربما تحتوي الصورة على: ‏‏نشاطات في أماكن مفتوحة‏‏

Birîna me yeke

Birîna Koban ê û
Efrînê yekê
Tu carî kes nikare me
ji hev bi dûr bixe
Ji berxwedniya serdemê
re dîroka kela DimDimê
dibareke

Bi serfirazî Serê Kaniyê
hembêza xwe veke

Dilê neyara li me şa nek

Ji dayîkên çav şil re
sîngê xwe bibaxçeke

Qamişloka min heya ku
Efrîn bihna xwe distîne
evîna xwe ji bîr neke

Tenê evîna xwe bi Kurdan
re parveke

Axa cîhanê xwîna pakrewanan
me dimêje yek bi yeke

Zarok sêwî ketin
ev çi feleke

Dûjeha dûrahiya welat
penxaziyo ji bîr neke

Ji hest û ramanên xwe
dûrahiya welat çeke

Şiqinên zeytûna ji
mêrantiya te
berdewam dike

Dayîka şal spî ji hêzên çavên
te aram dike

#Sîmav EFRÎNÊ #
23 /12/2018

ربما تحتوي الصورة على: ‏‏‏‏سماء‏، و‏نشاطات في أماكن مفتوحة‏‏ و‏طبيعة‏‏‏

Diyarî we dikim
hevalnooo

Ez kulîlk bûm .....
Ez perperîkek bûm......
Te ez kirim pelek
ji pelên payîzê....!!
Li goçeyên xerîbiyê
xeyaaaaalên......
Xeyaaaaalên ........
te
bi hestên min dilîzê
Te ez dînkirim ....!!!!
Looooo laaaawo

#SÎMAV EFRÎNÊ #


Piçek ji te hez kir

Bi navê xwedê li ezmana
Min gelek hej te nekir
Tenê min piçekî hej te kir
Ew heskirina min ji bo te
Ji hindiktirînê bi hindiktir bû
Lê ew hindiktirîna ji
mezinahiya cihan mezintir bû
Ji dilê xwedê feretir bû
Te ew evîn piçek bû
Ma evîna te çiqas bú
Loooo lawo
#SÎMAV EFRÎNÊ #

أحببتك قليلاً
بأسم الله في السموات
لم أحبك كثيراً ......!!
بل أحببتك قليلاً ..... !!
ذلك حب كان لك
كان أقل من القليل القليل .......
ولكن ذاك القليل
كان أكبر من كبر الأرض 😲
وأوسع من قلب الإله....... !!!
كان ذاك الحب .... أقلُ من القليل
ولكن .......
كم كان حبك أيها الفتى ؟؟؟؟!!!!؟؟؟؟؟
#SÎMAV EFRÎNÊ #

ربما تحتوي الصورة على: ‏‏‏شخص أو أكثر‏ و‏أشخاص يجلسون‏‏‏


Dîroka me

Dîroka Kurda kevnar e
Lê li ser bilind kirin duwar e
Li durê kûmê bûn
tofan û mar e !!
Kurdo bese te kir zirar e....
Bese bindestî peneberî li me bar e
Bese te xwe kir devê mar e !!!!
Bese em şêrin ,çima rovî bo mar e???
Dest bike yek rabe weke
Kewayê hêsin kar e
Bese te xwe kir devê heftar e ....
Bese zarok çav şil stî xar e 😓
Rabe kuuurdo dîroka me kevnar e
Bipirse dîroka xwe ji çiye,
şikeft û zinar e
Evîna Kurdistanê li dilê me germe
tu carî nabe sar e
#SÎMAV EFRÎNÊ #
Spasdariya mamoste حسن ايوب dikim ji bo nexşya Kurdistanê dîrokî

لا يتوفر وصف للصورة.


Dergûşa welat

Bi dilekî kuştî ....
Dergûşek hêştî!!!
Bê dil xwazî ....
Penaberbûm
Penaberbûm
Nirînên çav bi girî
Rih di laş de mirî ....
Zeytûna li pê me dagirî
Penaberbûm
Penaberbûm
Ziman zinçî kirin bi zurî...
Koletî berdan ser va milî ! !
Koçber kirim bi zorî ....
Penaberbûm
Penaberbûm
Bû şêr ew rovî !!!!!
Ji bîkir çawa direvî !! ....
Bû tûfan li kabên me gerî ...
Ji nûva Penaberbûm
Penaberbûm
Gulên porê min li sênoran bihûrî
Çi bêbextî hat va serî ???
Xerîbî na be welat tu çarî
Hêdî ....hêdî jiyana derbas dibe bi dijwarî
#SÎMAV EFRÎNÊ #

لا يتوفر وصف للصورة.

KÊ GOT EZ EFRIN iM

Ez sitrana Xelîl Xemgînim
Mirovahiya dengê Bangîn im
Ez qurmî zeytûna ji şurê Derwîşê
Evdî bi xwînim
Kê got ez Efrîn im

Ez mêrantiya Salan li çiya bi xwîna
Ciwama diherkînim
Evîna Memê Alan di dilê her
keçekê de xwe dibînim
Ez dayîka çav şil ya Mêrsînim
Azadiya zîndana DiyarBeki li
Qendîlê diçêrînim
Kê got ez Efrîn im

Ji birîna Sin e û Kirmaşan
birîna xwe bîrvetînim
Serî dayîkên pekirewanan bi renigê
kevoka dixemilênim
Ez bi çûkim lê dil ji bo her
kurdekî mezin dibînim
Kê got ez Efrîn im

Ez bûm çêrokek bi şewat li her derekê
xwe bi hesret dibînim
Ji mirinê rih dikişînim
Dêrokek serfiraz ji kurda re bi
tenê zeytûna dinivîsînim
Ez tenê ne Efrîn im
ez dilê Kurdistana şêrînim

#SÎMAV EFRÎN#

لا يتوفر وصف للصورة.

BESE

Weke patozekê evîna te
diçine dilê min
Kurpe. .... kurpa..... wê tê
gulên min
Weke germa havînê dihelîne
kezeba min
Şev tarî bû ye Ji awirên
çavên te li min
Carekê tu nêz û carakê
dur ji min
Hêdî beseeee tu lîst bi
hestên min
Beseeee dil dişewite te
ne xema min
Bese tu pir zalimî weke
qedera min

#SÎMAV EFRÎN #

لا يتوفر وصف للصورة.


Hêviyên min

Xwaziya ez jinek weke
hin jinan bama
Daxwazên min cil û bergbana
Hêviyên min zarok û kulîlk bana
Xwaziya ez jinek weke
hin jinan bama
Dilê xwe bi birîna çar perçan
neşewitanda
Erdnîngariya Kurdistanê bi
sînorê reş ne xwenda
Navê pakirewanan bi milyonan
. nenivîsanda
Pênûs bi Peyva azadiyê ne
helanda
Bila her hestekî azadiyê di
mêjî de bi çewsanda
Xwazî li va diniyayê ez ne
hatibama
Xwaziya ez jinek weke hin
jinan bama ma ........

#SÎMAVEFRÎN #

ربما تحتوي الصورة على: ‏‏‏‏شخص أو أكثر‏، و‏‏جبل‏، و‏نشاطات في أماكن مفتوحة‏‏‏ و‏طبيعة‏‏‏

Ez û tu

Ez û tu .......
Qederek bi şewatin !!
Ez û tu ....
Di xeyalên şaş de rastî
hev hatin
Ez û tu ......
Koçber in bê welatin!!!
Ez û tu.....
Awazekî bêdeng hatin🎻🎻
Ez û tu ....
Weke rûpelekên pizirî ji
pirtûka hil hatin
Ez û tu ......
Ji Kelimên sirînganê konirek
bi şewatin
Ez û te ......
Li mirinê di gorakê hilnehatin
Ez û te ..........
Ez û te .........

#SÎMAV EFRÎN #

لا يتوفر وصف للصورة.


Mirin.....li dora min digere....!!!!
Ne Min dibe!!!!!
û ne jî ji min digere.....!!!
Weke kesekî evîndara . ....
Ne yar dibe.....
û ne jî jê digere ......
يدور الموت حولي. ....
لا ياخذني ! !!!!!!!
ولا يتخلى عني !!!!
مثل شخصآ عاشق ....
لا يأخذ حبيبته .....
ولا يتخلى عنها !!!!!!!!!

#SÎMAV EFRÎN #

لا يتوفر وصف للصورة.



**AZADÎ **

Piş deriyekî pizirî......
Dil dipirpitî.......
Di çûkahî de derî li min
hate girtin! !!!!!
Bi dûr xistim ji azadiyê...
Rama kuştin û
mêjî vala hêştin
Tenê di sînora hundir de mam
Tirs time li min bû mîvan
Para dil azadî biba xwidan
Lê beseeee ez mezin bûm ...
Ji mêjiyên girtî hişyar bûm .....
Bi destên xwe derî li rêya xwe vekir !!!
Azadiya xwe bi welat re ban kir .....
Bi navê Kurdistan ala xwe rakir ......

#SÎMAV EFRÎN #

لا يتوفر وصف للصورة.

Hevala min
Hevala min Tu çarî tu bi
tenê ne ma ye
Çav şile hêstirên te
li ser kaba min ma ye
Ji te bi dur ketim
ês li şuna min ma ye
Zanim tu weke bajarê min birîn daer
lê tu Sêwî ne ma ye
Bi çûk de jiyana te
zehmete û winda ye!!!!
Evîn li te heram kirin
tu kesî rê ne daye
Evînek reş tu dorpêc kir
ma ne bi destê xweda ye
Hestên te bilindin e birîna
te ne xiya ye
Kenê te bilinde xemgîn e
mîna dilê Kurda şewitya ye
Ji tîrêja çavên te li
ezmana rojê bihna xwiyê da ye
Çi binivisînim pênûsa min
li hember kulên te mat maye
Her tiştekî bi êş ji serê xwe çeke
li ba min tu pir buha ye
Çiqas şev tarîbe tu
hêvî ya dilê keça ye

#SÎMAV EFRÎN #
3/9/2018

ربما تحتوي الصورة على: ‏شخص واحد‏


Ji destên te dayîka min

Bi biraştina nanê li ser
sêla te tîrêjê rojê hildihat
Bihna genimê şamî ta
zeviyên duzelikê dihat
Şivan dil geşdibûn ken li
rûyê wan dihat
Li dura te komdibûn xizmên
me bê xilat
Roj derbas dibû bi
henek û xebat
Daaaaaayîka min
Ji dûrahiya te dimirim ....
lê sîng ne tirbeye
Goçeyên xeribîyê be
evîne ken lê tune ye
Dayîka min çav bi hêstir in
te hajê tune ye
Durî hembêza te ciher
Xêr lê tune ye
Hêdî...... hêdî. .... dişewitim
Kesî weke te tune ye
Cîhan mezine lê cihê
Kurda lê tune ye

#SÎMAV EFRÎN ##

لا يتوفر وصف للصورة.



Rêyek bê dawî

Bi qêrînek bê deng
Dilekî kuştî ....
Çavên şilavî
Koçber bûm.....
Ji welatekî agir pê ketî
Ji bajarekî ketî destê talan û dizî
Dîrok li berê rizî !!!
Bihar çû li kulîlkan ne pirsî
Zarok man Sêwî! .....
Zeytûn çav Bi hêstirên xwînî
Lê Koçber bûm.....!!!!
Li rêyek bê dawî ...
Xwînên pekrewanan li geliyan
bi me ra dikenî
Dilê dayîka ji birînan dikelî
Lê min li wan birînan ne dagirî !!!!
Êş û şewata xwe bîr anî
Dema ku rastî bira kurdên
xwe hatim
Giriyê min li wan hatin
Kurde li nikarî bi min re biaxifî
Lal ma tenê li çavên min nirî
Neyara zimanê wî dizî
Kurdo şerime zimanê te kanî
Çima li ser lêvên te pizirî..???
Tu bû yî malek tune ser xanî !!!!!!
Kurdo kanî zimamê Ehmedê xanî ???????

#SÎMAV EFRÎN ##

لا يتوفر وصف للصورة.



تم عمل هذا الموقع بواسطة