Ciwanî
* ji bo zarokan
Ciwanî derbaz dibe
Geş dibe, gulnaz dibe
Bê arîşe ji xweber
Bê pîlan û bê leşker
Heger tu wê nebînî
!!.Dêmek tu bê evînî
___________
GURÊ MANCO
*ji bo zarokan
Gurê manco dibûre
Bi şev pê de dizûre
Xwe dadide vir û wir
Kerî dike birbibir
Diran tûj e wek bivir
Didirîne berxa kur
Gewdê wê dikevêje
Hestiyan dûr tavêje
Heçî pêwan û şivan
Di xew de ne bêgoman
Bê zanîn û bê ziman
?!Wê çawa be xwendevan
.*******************
__________
TîP
*Ji bo zarokan
Ji yek tîpê min dest pêkir
Tîp bi tîp ez gihiştim vir
Min tîpên xwe vewejartin
Ên xweşik min dibijartin
Min danînîn ber tava heyvê
!!.Welat bû destpêka peyvê
*********************
_____________
*ji bo zarokan
Berpirsiyar
Li ser serê wî simbil
Li ber bêhna wî sorgul
Roja çû venagere
Ew jî bi vê bawer e
!!Dîno berpirsiyar e
!!.Zane ku rêbiwar e
…………………………
______________
Gez û şev e
Bez û rev e
Bê navîşan û bê al
Bê berpal û mertal
Lê tenê banga şehîd
Keserên dayik û yaran dicivîne
Di berbanga dozê de
!!.Belatînkên mizgînê difirîne
22/1/2019z.
******************
_____________
Berpal
Hemû der xeman didêrin
Hemû dil kevir dihêrin
Talde nîn e
Ku keser û bêhnefişkê ragire
!!.Lê çiraxa evîna min venamire
22/1/2019.z
******************
_____________
Tirs
Xwe ji ser min nede alî
Dil îro bêzar û lalî
mane ji te ne dûr im
di navbera me de
çend dar û kolanek e
tiştê di giyanê me de
!!...awaz û stiranek e
em cînar in
di yek şeva kulê de
fermîskên me findikan vêdixînin
di yek ava gulê de
!.masîkên me arezûyan dijenînin
de destê xwe bihingivîne destê min
li pildengên birînê şiyar bibe
!!.bi xweşiya evînê hestyar bibe
23/5/2019.z
**************************
_________
yezdanê me
di zindanê de digrî
. pêwan tolaz in li ber derî
û xewnên me
!xwe bi hev nadin naskirin
dirûd û berzûriyên me
!hew têne pejirandin
22/5/2019.z
********************