2 قراءة دقيقة
09 Feb
GERA LI EVÎNÊ


GERA LI EVÎNÊ

  

 SELWA HESEN

  

 Ez geryam li te

 Dengek ji dûr dihat

 Ez ji te hez dikim..

 Ez geryam li te

 Di nav pêlên deryan de

 Di welatê bê behr û deryan de..!

 Di nav rûpelê dilê xwe de

 Vegeriyam rûpelên pêşî

 Rûpelên ko te nivisan dibûn

 Bi ava gul û çîçekan

 Gulan digot:

 Bêhna me der bû ji

 Ewê evîna wey mezin

 Rewşa min digot:

 Lê ez dijîm li welatekî tev serme ye

 Rehê dilê min dimrin

 Li te digerim tu li ku ye..?

 Ez vegeryam li rûpelên dawî

 Tev de qitran û tarî

 Nivisandî bû bi dilekî mirî

 Em ji te hez dikin..!!

 Heger hezkirina we ne rast be

 Ez jiyanim jiyanek xweşim

 Keçek kurdim bi rih û canim

 Ji we pir hez dikim

 Lê hûn wek pelê darê diweşin

 Bê rihin..li ser we diqeherim

 Va min ew pelê dawî ji dilê xwe avêt..!!

 Ez vegeryam rûpelê pêşî

 Û îro ji bo wan dijîm

 Jiyanek xweş,bi êş,kul û derd

 Ez geryam li miletekî ku ne canfiroş be

 Rihê xwe ne firoti be xwînmijan bi erzanî

 Keçeke kurdim bi rih û canim

 Ez ji we hez dikim

 Hîn guhdara gotinê tey xweşim

 Temaşevana riwê tey geşim

 Dengek ji dûr dihate min

 Ez ji te hez dikim

 Ez geryam li te welato

 Welatekî bê mirin

 Welatekî kurd ji xwe hez bikin

 Û ji min jî hez bikin

 Ez geryam li te welato

 Di riwê zarokên bê guneh

 Di wan rûkên teze û geş

 Ez geryam li te welato

 Di çavên wanî zelal û paqij

 Çavên ku ji tirsa demê

 Dikukutin...dilerizin..welato

 Dengek ji dûr dihate min

 Ez ji te hez dikim..!!

 Ez jî her guhdarim..welato

 Û li te digerim..digerim

 Li welatekî bi evîn bi hezkirin

 Li jiyanek bê şer û kuştin bê mirin welato..

 Ez digerim

 Li zarokin devliken..keçin evîndar
selwa hesen
 Ez digerim

 Li xortin rast û ciwan..kalin bi fikr û raman

 Li te digerim îro te nabînim..welato..!

 Ji xerîbiyê ji sar û sermê

 Ez vegeriyam li wan rûpelên pêşî

 Ko nivisandî bûn bi bêhna gulan

 Û bang dikirin ez ji te hez dikimmm..!?

تم عمل هذا الموقع بواسطة