Fêsbûk helbesta min vedgerîn e
Wer civîna min tu yarê
Kêşeya l’pişt xwe bihêl..!
Hibriyê j´ser xwe hilîne
Şehke wan biskên bi têl..!
Carekê tu ji min re Zîn be
Her bela Mem yê te bim
Dest û lêvên t´binoşînim
Nazika b’şêl û şepêl..!
Ey şêrînê nazelînê
Zûke ez l’ bende te me..!
Da bi hevre geş bibin em
Vî dilê b’şeyda nehêl..!
Dîtina çavên xemorî
Karxezalê ew bese!
Ta sipêdê mey vexum ez
Herdû lêvên ter bi şêl
Wer civîna min şêrînê
Dergevanê te ezim
Bo te dildar her dimînim
Ey perîzada bi xêl..!