EZ MILETEKIM
Ne parsekim
Destê xwe li ber
ne mirovan dirêj bikim .
ne sêwiyekim
bi hêsiran
dilovaniyê bixwazim
na ne peye me
li eywana
mîr û faşistan
ser bijêr û pesindarbim
ez miletekim
xêz û nivîsên
mitingeran
ez perçe kirim
gewdekî bê serî
li çoleke vala !
di ba û bahozekê de
sehan ez lı hev parkırım
xwîna min li rojava
li Qesra sipî
diherikî û diherike
û sehên rojhilat,
liser
hestiyê min li hev dixin
îro bayê evînê
tîrêjên rojê
li rûyê min didin
hestiyê xwe dicivînim
ber bi evîna xweve diçim
paytextan dihejînim
sînoran diçirînim
hemû pêximberan di livînim
qêrîna min
zindanan diherifîne
na .. na .. ne raste
ne raste
bilbilên Mêrdînê
kulîlkên Amûd û Efrînê
heznedikirin
ne raste
koviyên Mehabad
gîhayê Helebçe
tal didîtin
îro
dest dirêjî rojava dibim
....ne ji ber xwe ve
buharan
bi hêsiran avdidim
liser sînga derya
çep û rast wendadibim
li baxê min
baxê sor gulan
; bumbe û mayînan diçinin
lê belê …ji ber
ez miletekim
her hestiyê xwe di civînim
sehên rojhilat
li min har dibin
kevoka aştiyê
li ezmanê Mehabad
min şanî di kir
kevoka min
di nav destê min de
! … jêkirin
û li ser xwîna pîroz
bi tenha
mezgeft avakirin
çem û kaniyêd min
herikîn
buhareke rengîn
hate der
li deşta Zaxo …Hewlêr
wargehê şehîdan
ta kulîlkên xwe
av nedim
pêçiyê min li hev pêçandin
ji ne çarî
min kulîlkên buhara xwe
tevde weşandin
rojhilat ji xwîna min
pesnê şemala xwe di de
Kelha şiqêf
Selahidîn nû jiyan dike
Lê birayên min
Dipirsin
?!… Tu kiye
Neviyên Yûsif
Ibrahîm henano
gelo nas dikin
ez Yûsifim
ne ji devê guran
lê birayên min
dest dirêjî
kulîlka dilê min dibin
ma dest û pêdanan maçbikim
na .. ne parsekim
ne sêwî me
ne peye me
… ez miletekim
û îro
liser bê bextiya demê
bi min re
faşistên roj hilat
; mermera şanî min didin
tîq tîqa kenê xwe dikin
her bikenin
û her bikenin
hezar hezar Mermera
amede bikin
ne bi tenha şêrekim
ez miletekim
rû peleke nû
… ji dîrokê dixwazim