heger tu ji vir koç bike
bawer neke
ku tucar jiyan
piştî te
bisekine
Raweste
wê rok derkeve
tariyê li xwe na peje…?.
rengê keskesorê
reş nabe…?.
siruşt wê wek xwe
bimî ne
baran wê bibare
Sor bibin kûlîlk
şîn bibe buhar
tevde wê te jibîr bikin
mîna
kelek mêr xasên
hatin jibîr kirin
wê jibîrbikin
dilovanîya te
Û
merovatîya te
wan hisir
Û
axînin ser birayên te
wê kar û keda te
ewin bi xwe
axê bavin ser çave te
wê herin govenda
reqs û sema bikin
wê herin şahîya
kêf
û
laqerdiya bikin
te jibîr bikin
cîhaneke şîrîne
lê zor xedare
goh nade kesî
ji xwerr nake bare
li ba wê kirîn
û
firotin û bazare
başî û ne başî
jêr ne bare
dirbêsiyê 21-7-2002