Bixwîn bi can em bi tere Efrîn
Bi Xezeba şerê Cîhanê yekemîn
Faşisit û Hovên Dev bi xwîn
Her Demê bi Rengekî Têne nasîn
Geh Dahşin bi rengê her Reştirîn
Ala ya reş navê alah li ser nivisîn
Dû li şingal şikefit û revîn
îro bi rengekî din û navekî derewîn
Cêşa hur û Osmanîyn hatin Efrîn
Ma ne heyfa warê evêsta û arîn
Balefir gule û bimba li ser di barîn
Mane heyfa kurd axa me ew axa zêrîn
Rovî û neiyar bir keftar li ser civîn
De rabe kurdo qeyd û zinçîra bi şikîn
Namûs li bin linga di çe dike qîrîn
Keçê mîna dîlan û zîlan û barîn
Destaneke nû xwîna sor danîn
şervan rabe tol û heyfa xwe hilîn
Govenda mirinê ji neyara re li darxîn
Ala xwe li serê çiya yê kurmênc bi çikîn
Li ber ba yê azadî yê bi hejîn
Ber kevoka ceng ji kestî û dil birîn
Ta bi azmanê hefta per û baskê xwe li hevxîn
çiqlê zeytûna jikestî bike kelemê çavê neiyaran pê derîn
Bi can û bi xwîn em bi tere Efrîn