1 قراءة دقيقة
18 Apr
?!" Dizya genim "

" Dizya genim "?!


Maldarekî çiwalek genim dizî bû comerd ...

û kurê kesekî pêrîşan libek genim dizî  bû dizê herî mezin !!

Cîhan rabû ne rûnişt , çapemeniyê li ser buyerê nivîst : giropeke dizê genim hate girtin ?!

Bi rastî ew zarok birne dadgihê   bi gunhê dizîbûna çiwalê genim  

Û nîşan ewe ku libek genim pêre girtine!!! 

Helbet çiwalê genim bi wî kesê dewlemend re bû , ti kesî pêre nedît ?!

Ji ber ku dikarî bi xapan di karî çiwalê genim veşêre , û heger pêre hatiba dîtin ti kesî nedwêre bi Qemçika wî bigre ?!

Kesên mezin diz rêdar nagihe wan?!!

Ji ber vê ew zarok hate dadkirin li dadgihê da wekhevî bi ser keve û milet ji dizan were paqijkirin  ?!!

Her sal despêka miha rojiyê ew kesê dewlemend libek genim dide her pêrîşanekî ji wî çiwalê ku dizî ?!

Her yek jêre hêviya û daxwaza ji xweda dike da temen dirêj be û jêre çavdêriya didin ku ev mirov kesekî merde û bi êş û Azarên pêrîşana hestyare ?!!

Û her kes ji bîr dike ku ew bi xwe dizê herî mezine çiwalê genim diziye ?!!





تم عمل هذا الموقع بواسطة