Dirbêsiya min… Metirse ji bêbextiya demê Ez tim te himbêz dikim. Bi şev û rojan. Ez xaka te dipîvim Bi hestên hebûna xwe. Tê tim bimîne Xetîra azadiyê Di nav çavên sitema Rûreşkên mirovatiyê de. Tê tim bimîne kela ronahiyê Di koşika demên tal û tarîde. Tu kes nikare te binixumîne Di pexla bêxwedîka dîrokê de. Û tu kes nikare te veşêre Di qorzîka xewnên wenda de.
***
Erê dirbêsiya min Ta ez hebim Ez nahêlim tucarî dijmin Li meydanên te bilîzin. Û dêwên kenok Kiryarên xwey keysebaz Binimînin li ser sînorên te. Ma ne şerme îro AHRÎMAN Dixwaze kolanên te vala bike. Û konên xweyî reş vegre, Di nîva ahînên bêdengiya te de. Û kurmê dilê xwe bişkîne Li kêleka rondikê çavên te..
***
Dîsa ez dibêjim Dirbêsiya min Tu agir nikare te bişewitîne. Ji ber ku, tu nîşana azadiyê ye Û kela mêrxasên Dimdimê ye Ma wê çawa AHORAMEZDA Bihêle MARSÊ Ixrîqê Çirifîtkan bide xwe Li ser xaka te Û kela girî di qirika te de bihêle.
***
Erê dirbêsiya min Tu warê hoza KîKANE Bila çemê EKSOZÊ Pesnê ciwaniya te bide. Bila girê HESIKÊ Û çemê ZIRGANÊ Di der mafê lehengiya te de Xeberbidin. Tenê ez karim bibêjim: Tê her û her Bibe guleke evîndar Û di nîva dilê me de bimîne.