Di çavên te de ez buhara welatê xwe yê bindest ava dikim Azadiyê dikim dew û şîr Bi maçên min li ser eniya te hêvan dikim û di dilê te de ez bîra avê dikolim.. Bo ez giyanê xwe yê zuha av bidim Evîna te baran e Di bin de pêxwas li kolanan digerim Evîna te jiyan e û ji derveyî wê ez çi jiyanê hêja nabînim Yarê tu pîrozî Yarê tu newrozî.. dema tu helbesta min sererast dikî dema ku tu dilê min wek stonê ronahiya sibê di xwe de binyad dikî dema tu bi rengê dêmê xwe xemla sirûştê li ser berfa darên rût weşan dikî û li min dinêrî û dihêlî ku ken siha demên min be wisa xemgînî matmayî û didulî dibe û neyartî ji dilsozî şerm dike û heyv bi stêrkan re şer dike û ronahî xwe ji tariyê rût dike Dilê min bixwe .. Bike hevîr di legena giyanê xwe de di paşîvê de bisoje Ji rengê wî yê melûl û virmor derxîne Wî ji qefesa sîngê min rizgar bike Bila bi laşên min re neyê pişaftin .. Bila bibe pariyeke nan bila di ezmên de bibe stêrkek .. tenê min bisojîne agira evîna te bo min sermeye bo min dar û gul û gîhaye berdevka hebûna minî dirûşma hêviyê yî di warên rûnedî .. min bike kêr di sîngê mirinê de min bike di warê sîng û berî xwe de germahiyeke sermedî her dil ji ber te dibêje helbest .. bo bijî serbest.