Demikî ne tiştên ku diçrisin
Tenê,
awirên te sermedî ne
li rastiyê dipirsin.
Tenê,
rêka ber bi evîna te vekirî ye
derbirîna melavê
Ber bi nalîna te de peyv û girî ye!!
Soza te dil ronî dike
Di derbendên dozê de
Ez hûçkê te bernadim
Di bager û bahozê de !!…
Ger fir hebûwe
Melevanê firewaniyê kenê te me
Dîn im
di avjenîna derya rondikan de
Tûnêlên hatibûn kolan
Winada kirin koç û kerwan
Tenê,
siwarên êşa bilind
Xwe li çirisîna dengê te digrin
Tu bûyî rêber û rêbaz
ser şopa te dikudînin
hemî vîndar û awatxwaz.
4/6/2019.z
***********************