1 قراءة دقيقة
22 Apr
Dema şev

Dema şev
Di henasê asîman de
Dilûse tu dibe
Firiştîyeke
Nazdar bê pesepor
Derbasî bajarê dil dibe
Mîna sura bayê
Bêrîkirinê
Hêdî hêdî dilê min
Di pelîne
Reng tev li hev dibin
Di nîgaşên çavên te de
Dibim dîlekî neçar
Gulîyên pêrgîbûnê
Dihûnim tenê li ser
Kişwara
Bendemanê
Bi ximavya hestên xwe
Ayetên eşqê di afirînim ....!!

تم عمل هذا الموقع بواسطة