Feleka xayîn Bi dijminê me re bûye yar Şewîtandin xwazya welatê min Şewîtandin pariyê miletê min Sojandin dilê û cîgerê cotkaran Jar û belengaz riswa kirin
Dayê ... Ez ê koçikim ji vî warî Ji ber tûfan û bayê reş Ji ber bayê bebextiyê Ez ê pariyê genimê xwe Li bejna xwe kim û herim Tûrê derd û kulê xwe jî rakim Û berê xwe bidim welatê cîhanê Ezê behsa welatek aram bikim
Dayê... Ezê kaxez û nivîsên xwe komkim Daxwaz û gaziyên xwe pêşkêşî wankim Li welatê min îro tûfana reşe Xwezaya welatê min bûye dojeh Belkî welatên cîhanê Dilovaniya xwe li welatê min bikin