Cejna Newrozê
Newroz cejna kurda ne
Keyf û şahî têdane
Seyrana şev û roje
Bu kurda gelek xoşe
Hemi kurda biryar dan
Newrozê bikin nişan
Bu kurdistan a ciwan
Serê çiya di xemlînin
Şewqa agirî di bînin
Da Newrozê pêk bînin
Li Newroza pir ciwan
Kurda bersiva xu dan
Gel êk û du rawestan
Van hemî sal û zeman
Da diyar kin bû Cîhan
Agir ew nîşanîye
Qewet û mêraniye
Ronahî û başîye
21 adarê
Mêju weki piroz bi
''Kawê Asingir'' rabi
Ew bapîre kurda bi
Dest bi şoreşe kir bi
Şerê zalimi kir bi
Pê meşxela agiri
Rizgar bi ji dijmini
Bu kurda diyar kiri
Rakin zilmê û zalimi
Ew roj bî Newroza me
Ezîze li ber dilê me
Gelî kurdêt Cîhanê
Newroza me piroze
Dr Vian Al Najar