2 قراءة دقيقة
02 Jun
BIRÎN


Birîna di birînê
Dil di ah û nalînê
Ez çibkim di vê rewşê
Ji Kerkûk ta Efrînê

Ser serê me ferman e
Şerekî pir giran e
Birîn kûre pir dêşê
Derdekî bê derman e

Turk û furs û ereb
Me dikujin bê sebeb
Di bin navê xwedê
Bin pî kirin edalet

Dibêjin kurd gawirin
Dive hemî bimirin
Di vê qêrîn û dewşê
Ferman li me rakirin

Singo xistin di dil de
Hawar kete di gunde
Agir vêket di hewşê
Her dibêjin ev kurde

Me dost nînin bi carek
Me nekir kar û barek
Em kuştin di vê qewşê
Me ji xwer nedît çarek

Heger em nebin bira
Dibin şîva hirç û gura
Dijmin welat dimijê
Dikuje keç û kura

Kurdo hawar hey hawar
Gazî dikim bi yekcar
Tev li hev bibin xwedî
Da neçe ev cî û war

ÇAV LI XEW

Min di xew de dît
Kurd dibûne yek
Revîn sîxur û mît
Dijmin digot pek

Li darxistin şahî
Hemî bajar û gund
Jiyan bû ronahî
Neman partî û bend

Ala kurdî hildan
Ber ba dibû li jor
Li hev dibûn xwedî
Neman sitem û zor

Gel bi kurdî dixwend
Azad û serfiraz
Bi kêf û serbilind
Bê kîn û cîwaz

Destê hev me girt
Bi dil şad û pak
Bûn bi hêz û xurt
Xwedî dewlet û xak

Tev wek hev dijîn
Nînin têr û feqîr
Neman azar û şîn
Bûn serok û wezîr

Ji xew rabûm bi lez
Dil bi kul û keser
Hîn gur di nav rez
Min tilî da ber gez

Hawar dikim xweda
Çi bi serê me kir
Ji hev kirin cuda
Tîfaq ji nav me bir

DERFET

Ger ji dest me here ev derfet
Bi dest xwe nexin maf û dewlet
Em tim dimînin jar û kole
Wê nevî li me bikin nehlet

Dijminê me bi me dilîzin
Ser hest û nestê me dimîzin
Hin ji me tajî û hin tole
Li ber dijminê xwe dikûzin

Me çav berdan dolar û dînar
Ji hev re bûne wek gurê har
Kanîn ew kurdên can ji pole
Mîna şêx û kawê hasin kar

Zîrek û şêrin di ceng û şer
Di siyasetê bê çeng û per
Man birçî û tazî li çole
Her bijî ev serok û rêber

Çanda me bû çepk û lîlandin
Şahî ji bo serok gerandin
Dîlan bi zirne û dahole
Çend qeşmere govend gerandin

Heta em nebin yek dest û deng
Nebin xwedî balefir û tang
Ciwan bigrin ciyê kewale
Karê me wê bimîne dereng

BESE TOLAZÎ

Perda reş ser rû bavêj bi lez
Ey kurdê xiniz û bav terez
Ma tu nezanî yan serxweşî
Sibe tê bê tilya xwe bi gez

Ev xaka bav û kalê te ye
Hemî zîv û zêr û pere ye
Êdî bese kîn û rûreşî
Ma neşerm e dijmin têde ye

Nebe kelem , bibe kêr û şûr
Ji hev vezîle zirav û stûr
Xwedî raman ,mêjî û hiş
Guh bid li nerînê rast û kûr

Keko şev û roj nabin wek hev
Wê çawa keftar bibin mirov ?
Timî ji ter dibêjim şaşî
Sûde nakin ew mal û derev

Ger tu hostayî ev kelpîçe
Galgala te tev pûç û hîçe
Tu gih li pêşî gih li paşî
Tim birçî û devê te qîçe

Kuro biner dostê te kîne
Hemî tolaz û serserî ne
Tu dînî yan jî tu nexweşî
Ma tu derdora xwe nabîne

DAXWAZEK

Qûnaxa me derbaskirî
Hemî bi xwîn û şîn û girî
Dil bû derya xem û kula
Ji koçber û penaberî

Gul çilmisî di vê jînê
Welat bûye golên xwînê
Ev dema çeqel û gura
Mem pişta xwe daye zînê

Kê em xistin vî agirî
Hem nezanî bê aqilî
Guh bidin gotinê seyda
Xewna zêrîn bû reştarî

Heta kengî ev ezezî
Hêvî çûn bi ax û xwezî
Em tev ji hev xistin cuda
Bûn sed partî û sed sazî

Hevsar xistin destê nezan
Qeşmer ser me bûn pehlewan
Pîlan çandin di nav bira
Genmê me tev bûye zîwan

Gel van hemî derd û êşa
Kîn û zikreşî û kêşe
Hawar dikim hemî kurda
Guh nedin wan dest qirêje

Ji hev re bibin pişt û bar
Gel hev bikin xebat û kar
Kar nabe bi rengê weha
Em dimînin bê pişk û par

Va derfet hat hûn bernedin
Pişta xwe bi dijmin nedin
Dîrok nivîsîn ser fira
Timî dixwazin kurd nebin

MIZGÎNÎ

Mizgîn bo te kurdo
Va em hatin bi lez
Em şervan û mêrin
Mîna piling û baz

Serê xwe tu rake
Hatin şêrê çiya
Dilê xwe tu şake
Li gel xwîşk û diya

Xwîna me rijandî
Bûye gul û giya
Me dijmin şikandî
Di van qad û rêya

Me tev hilweşandin
Gel me top û tiving
Erd û ezman hejandin
Bi sed şêwe û reng

Keç û xortên kurdin
Di ceng û şer e

تم عمل هذا الموقع بواسطة