1 قراءة دقيقة
11 Jun
Bidilekî sar

Helbestvan Rojdiyar Hemê


Bidilekî sar

tûj û pir gemar

agirek bikîn

bê rû û bixwîn

Xwestekên neyar

Biçih dibe yar ,

Kerr û lal û gêj

ziman jî dirêj

Xweşyê dizîn

kûr kirin birîn

bûne saw û dar

tûpişkin û mar ,

birînek neçar

çandine liwar

delala şêrîn

diderya qêrîn

gazî û hawar

na xwazin buhar .
( روجديار حمي )

ربما تحتوي الصورة على: ‏‏‏‏شخص أو أكثر‏، و‏نار‏‏ و‏نشاطات في أماكن مفتوحة‏‏‏ربما تحتوي الصورة على: ‏‏‏‏سماء‏، و‏‏سحاب‏، و‏نشاطات في أماكن مفتوحة‏‏‏ و‏طبيعة‏‏‏



تم عمل هذا الموقع بواسطة