1 قراءة دقيقة
18 Apr
( Bi LÉVBiKE )

Ahmed Aziz


( Bi LÉVBiKE )


 Di dilé xwe de veneşé re
Béjeya şérîn
Bi lév bike
Téra jiyana me dike
Ku tu pé rengîn bike
Bi lév bike
Dem buhare
Surişt halîkare
Xemla xwe hilgirtiye
Çaxé seyrané ye
Serdané ye
Gula ser şaxé
Li héviya serdana hingé ye
Devké kewaré lé veke
Lévé min
Qeşmûşik girtine
Li héviya ramîsana
Di paş lévén te de hilan dî
Téra xem û azariyén
Ev é jiyané
Di dilé minî wéran de
Ku tu pé nerm
Û rewa bike
Bi lév bike peyva şérîn
Ji şîna şahiya min re
Ji şevreşa berbanga min re
Ji celadé sésid û şést û çar rôjén zindana min re
Ku her évar zinge zinge
Li ber guhé min
Û dîmené te ne
Li ser sînoré navbirka azadiya min û te
Her sibeh li ber çavén mine
Bi lév bike
Ji sertîpa pénûsa min re
Ji béje û maliķén helbesta min re
Ku bi dawî nabe
Li héviya peyva
Ez li héviyé
Jinav lévén te birije
Ji bo min
Ne ji bo tukesén din
 Bi lév bike

تم عمل هذا الموقع بواسطة