Bi helkeftina cejna 8ê Avdarê
Ev helbesta min diyarî ji jinên Kurd re
Belê xwîškê tu Alayî
Li cîhanê te deng dayî
Di cengê de tu zanayî
Çelengî pêlê derya yî
Tu simbola gelê kurdî
Di danê de tu comerdî
Tu Leylayî Şefa Gerdî
Tu Barînî Evêsta yî
Tu xwîškî yan jî dayikî
Tu hevjïnî yan keçikî
Tu hevalî xweš nazikî
Şahinşaha hemya yî
Ji malbaté re samanî
Ji biryaran re ramanî
Ji êşê re tu dermanî
Her tu mînaka jinayî