Bîra hewê ..
Ez di xeyala welatekî de ..
Li te digerim !
Li eza xwe ya şikestî digerim ..
Û Li awaza ku her li ser lêva te bû ' digerim !
Bê hiş û dîn şeydaya teme .
** ** **
Umidiyeke kûr ..
di tariya asmanê min de diçûrise
Du rûtiya can û eşa hebûnêye
Tevliheviya dengên bîranînaye
Berxwedana hebûneke toooje
Terma li peravên helbestê ye
An mebesta lêgeroka ezeza mine !!
** ** **
Bêbaskiya hewêye an dil e'şkiya ademe
Soreşa ezetiyê ye ' an nehleta narvînê ye
Bi ser deyştên xemgîniyê de
Berxwedana li dijî sama pîrbûnê
W kesera qeydima ye !!
Weke hevdîtina du evîndara
Û jihevdûrketina du kesên bîyan
Bi êşa bangên xema xemiliye !!
- Bi Pênûsa : Dilşa Adem .