Bêhnvedan
Hindekî raweste
Navîşanên sereke
nehatine nîşankirin
Rêçik hatine badan
Xala tu jê dest pê dikî
bi sîya te re digere
bêhnefişka xwe ragire
beza te
di navbera te û leylanê de
qûnaxa metirsînê naguhere !!
nasnameya xemên te ez nas dikim
keserên, ku bi rengên vîn û şînê
ji rekeha sînga derbider diçûn
bê lûs mane
ên ku tu pêrgî wan dibî
ji dûbarekirina xewnê westiyane
lêv ji lavan kul bûne
ji ravekirina çîrokê sil bûne !!...
de were xwe vehesîne
li ber sîtava qêrînê
li nav giyayê birînê
nameyên xwe raxîne
peyvan vewejirîne
gelek raman hatine şewitandin
gelek pêgeh û cîgeh
hatine guherandin
peyvên ku me
di halana destpêkê de
li hevdu mahr dikirin
nehatine şûkirin
melavên me bê dûnde ne
birhên helbestê bê sûde ne
bernagirin lem û şitlên çandî
û bablîsok diweşînin
baskên wêneyên zindî…
2/8/2019.z
**************************