1 قراءة دقيقة
08 Jun
Arzo melek


Arzo ewjî leylaye
Ferînaza kurdaye
Girane pir buhaye
Șoreșe ser hildaye
.....
Xușka melek û barîn
Ji bera stêr û arîn
Deng û hewar û qarîn
Li aso û derya ye
.....
Berya ana meya bû
Qelen xwîne me da bû
Bi qas teyrok û ba bû
Ji mirinê dizaye
.......
Bimre savakê îran
Pût û payker bi wêran
Xwarî tevde bê dêran
Sed her bijî Kurdistan
.......
Bikeve turk û tiror
Basa fașist ber bi gor
Tev bimre setem û zor
Çimkî rastî newaye
........
Çibkim rastî nemaye
Wek bilûra ber gaye
Tenê pincar û kaye
Perda rasyê duryaye
.........
Barîn arzo û melek
Pir leyla çûne gelek
Ketin ber çerxa felek
Naz û șûxên por xelek


تم عمل هذا الموقع بواسطة