
Ahên yarê
Ez çi bikim xefşa şiyar
Dunya li me bûye hewar
Xewnên te man ava zelal
Tofan li min hate diyar.
Ji çavên te tîr diweşin
Êş û jana te pir xweşin
Te min dîlkir li vê jînê
Ez li dû te tim dimeşin.
Herkes dibê tu ya minî
Tu vîn û dilbera minî
Ger dixwazî şahciwan be
Tu rind û şahnaza minî.
Ewrê buharê hate xwar
Reqreqa tava kir fişar
Min kes nedî li ber derî
Vîna dilê min da diyar.
Ji ber aha dikim cengê
Ketim nav arê vê şengê
Bi bayê işqê ez lalim
Bi bihna vê perî rengê.
Xeftan li bejnê ba bike
Tacê li enyê saz bike
Wan herdû çavan kilbike
Vîna dilê min har bike.
Haho te ez kirim pereng
Te dil da ber şûr û xedeng
Êş û birîn li min pirbûn
Li ber êşê tu ma bêdeng!.
sînga te bû kanya delal
Min jê dinoşt meya zelal
Şêrîn şerbet dihate xwar
Bo min di bû nîşan û al .
Bese yarê bê xap û fen
Gerdûn hemî bûye rewşen
Kes nemaye bê hizr û ben
Tê bimîne bax û gulşen .
Ji ber cengê tu koçber bû
Geh li parîs û berlîn bû
Li qamişlo keça kurd bû
Li welatan tu bê deng bû.
Çîroka te bûye destan
Ketî pirtûka dildaran
Hemû kes wê dinerxînin
Bûye xewna evîndaran.
Ez bi nameya nayêm ser
Hestan li ba min bide der
Dûrbûna te bûye şano
Ez bûme agir ber bi ber.
Mesûd Dawid- Hewlêr.