KEÇA TAVÊ
Dîroka min ji kenê te dest pê dike
Tu di vê bahozê de
Di bagera agir de
Çendî xwe payedar dikî?!
Di ahenga evînê de
Di henteşa birînê de
Çendî xwe nazdar dikî?!
Serê qawan û gangulokan
Bi xunavê radişoyî
Bi sîtava çavên xwe
Reng didî pûng û rîhanê
Serrûkê didî alî
Tu heyvê tînî dîlanê…
Çi evîne bipêlên xwe
Te hildide evrazan
Bi hesanî vedikî mamik û razan
Jîwariya xwe bi destên xwe çê dikî
Bi guhê dawerê digrî
û li gorî vîna xwe wê bi rê dikî?!
Keça tavê!!
Dîroka min ji kenê te dest pê dike
Dasîtanên leheng û pêhlewanan
Çîrokên evînê
Dîlokên palan
Di gernijîna te de pûxte dibin ..
Nasnama xwe bi te destnîşan dikim
Nema êdî pêdiviye
rûpelên dîrokê vekim
şûnwaran bixepêrim
tenê ji bo biçespînim
ne canwerê efsûnî me
ne ji lewza dawerê ez derketî me…
li vê derê
sirûdê amade dikin
Zarokên êşê Bi nirxên
azadiyê perwerde dikin.
bangewazan bi wate û sûde dikin
Zarokên êşê
Bi nirxên azadiyê perwerde dikin.
20/2/2019.z
**************************************