بمناسبة يوم لغة الأم
Erê kurdo
Erê kurdo xwe tê bighîne... ta vê serdemê
Bo çi jar û belengazin bê serwer û bê xwedîne
Dayka mezin perîşan û bi nalîne
Erê kurdo xwe tê bighîne
Raste ku em netewekin
Dewlemendin bi zaravan û çendîn ol me dêşîne
Emin kurmanc û sorîne
Lorî û zazakîne
Musulman û xiristyanin
Cuhû û elewîne
Şebek û êzîdîne
Ev nav hemî min ew nevên
Ser êşanê bo min û dayka mezin bi xwere tîne
Evin egerê ku neyarên me
Bi hêsanî bûne serwer li ser serê me
Bi yek agirî me disotîne
Dibên evin kurdin kurdistanîne
Bese kurdo xwe tê bighîne
Xelk çûne perê asmana.... perçên erdî li merîxê kirîne
Hîn em evdalên asoyên teng
Xwelyê bi ser serê xwede dibarîne
Ji layê xwe emjî dilê dayka mezin disotîne
Ev çine kurmanc badînyên jor û jêrîne
ev çine zaza û lorî û soranîne
musilman û elewîne
xiristyan û êzîdîne
cuhû û şebekîne
bira min nevên ev nav bi car
di nav mede bûne wek gurên har
li me dikin payîz herdem buhar
jiyana me ne baştir ew ji ya mar
kurdo eger te divê serwer
çavan geşke bi ala kesk û sor û zer
bi serfirazî da tu bijî l hemî der
xwe rizgarke ji asoyên bê ser û ber
xwe tê bighîne .... derman ew
çi rastîyên din ji bilî wê pêve nîne
netew yeke.... dîrok yeke
war yeke... ziman yeke... berjewendî yeke ... êş yeke
ne badînyên jor û jêrîne
ne zaza û lorî û soranîne
ne musulman û xiristyanîne
ne cuhû û êzîdîne
ne şebek û elewîne
tenê kurdin kurdistanîne
tenê kurdin kurdistanîne
lawkê Hacî