1 قراءة دقيقة
01 Aug
Şevek ji şevê , cehzêranê bû

Boniye Cegerxwin


‎اليوم استيقظت وذكريات الماضي المؤلم تراءت أمام عيني، 

عندما قطعنا حدود سوريا الى كوردستان العراق 

خلسة هاربين من النظام لنلتحق بوالدي في بغداد
‎الذي قطع تلك الحدود مثلنا خلسة
‎قبلنا بعام
‎كان ذلك في سنة 1959
‎مغامرة مميتة ومرعبة للعائلة وصغارها
‎ ورحلة متعبة مليئة بالرعب والخوف ، صراع مستميت مع الحياة.
‎جاءت قصيدتي بعد سنين عن مخاوفي المتربعة في صدري

 لتلك المغامرة الرهيبة التي كانت ستؤدي بنا الى الموت إن حظوا بنا


Şevek ji şevê , cehzêranê bû
Şeveke giran,reş û tarî bû
Ez û dayka xwe, xwîşka min Rojîn
Selam û Azad, Sînem , Gulperî
Me da ser şopa , du kurdên rênas
Dilê me teva , bi coş û taswas
Çawa ew diçûn , em li pey wan bûn
J'ber ku di rê de , em pir nezan bûn
Rengê wê şevê , ez pir hejandim
Dengê kûçika , ez pir tirsandim
Rêçek pir dijwar, em têde diçûn
Ta l'me bû sibeh , em di rê de bûn
Axek ajotî , tert û tevlîhev
Lingên me li nav, geh meş û geh rev
Çi gav me davêt, me j’xorta dipirsî
Kengî em dighên , pendî bê tirsî
Wan serî dihejand , her xwe dikenand
Ew rêça dirêj , bi tirs me bûrand
Tirsa polîsa ,kete dilê min
Lêdana bavo, hat berçavê min
Lê jinişkave, gotin va sînor
Em tevde kombûn, li wan hawîrdor
Malbata Bozê , li gel gundiyan
Hatin pêşya me , li me civiyan
Xwarin j'mer anîn , livîn pir danîn
Em ketin xewê , beste û bi vîn
Dema şiyar bûn, tev dîsa hatin
Striyên lingên me , wa tev kişandin
Ta em çûn Baxda, jîn hat gorandin
Hembêza bavo , em tev civandin
Ew şeva dijwar , qet jibîr nakim
Çawa tirsa wê , ji ser xwe rakim
Ta hebim li jîn , wê l'bîra min be
Gelo wê tehlî , tim para me be

تم عمل هذا الموقع بواسطة