Şemso û Sima,îlê dîn
Xelkê ji ber Şemso dabû sitû, kesî ne diwêr kîlok tûtin ji xwe re bikre. Dema xelkê çav li timbêla Şemso dikir, nema dizanîn qotiya xwe, yan kîsikê xwe yê hinek tûtin di binê wê ye, li ku veşêrin.
Şemso karmendê dewletê bû, di dezgihê rêjî de bû.
Rojek Şemso ji Sima,îlê dîn jêre got: Sima,îl tu nizanê tûtin li ku heye?
Sima,îl jêre got: belê çawe ez nizan im.
Keyfa Şemso hat denvê wî çû li pişta guhê wî sekinî, weka devê kiwara mêşa xuyakir.
Şemso ji Sima,îl re got: deka ji min re bêje tûtin li ku heye?
Sima,îl jêre got: Xwedê tu destek cil ji min re ne kirê ez ji tere nabêjim?
Şemso ji xwe re got: ma çiye ez destek cil jêre bikrim, beram ber wê ciyê tûtinê ji min re bêjê, Şemos, Sima,îl bir firoşgiha mala Eyşanê destek cil ji Sima,îl re kirî, jêre got: Sima,îl ka ji min re bêje va tiştê te dixwest min ji tere kirî?
Sima,îl jêre got: ser çava siwar bin?
Şemso û hevalên xwe siwar bûn, Sima,îl jî di rex Şemso de rûnişt û timbêl bi rêket, ta ji Amûdê derket. Şemso pirsî tê me bi kûde bibê Sima,îl?
Sima,îl jêre got: ma tu ne tûtinê dixwazê?
Şemso got: belê mane ev karê min e, Sima,îl jêre got: nexwe deyneke bila bihna te fere bê?
Timbêla wan çû te gihan rastî gundê xursê, Sima,îl ji Şemso re got: temam li vir bi sekinin?
Timbêl sekinî Sima,îl ji Şemso re got: dakevin?
Tev daketin Sima,îl destê xwe bi gundê xursê ve kir ji Şemso re got: tu wî gundî dibînê?
Şemos jêre got: er ê Sima,îl ez dibînim.
Sima,îl jêre got: temam ew gundê xursiyê, tev tûtine, here bîne…