( Şanya )
Şanya yarê bar nek ji dil
Ba derd neben birîn û kûl
Li dûv şopa çûnbûna te
Ziwa dibin buhar û gul
Şanya yarê bar nek ji dil
Li pişt kenê cavěn te
Xwe vedişêre keske sor
Dest nimêj diken bi dîtena te refek bilbil
Li ser bihna porê te dicivin perwanên bask şîn
Û awrên cav şil
Şanya yarê bar nek ji dil
Rok dantêla pencera te mesd dide û hûrik hûrik ronî dide hêlîna te
ey kevoka li mihrabe
Heg ez tîp bim tu helbestî
Heg ez tî bim tu kaniye
Rîhana ber serê te me ez
Xewnên te diparêzim
Şanya yarê bar nek ji dil
Bi dengê bilind bandikim
Şanya yarê bar nek ji dil
Elî Mûrad