Şahiya duh
Di nava hêstiran de
Dikene
Bûkeke biçûk.
.....
Dewatek girseyî
Rûniştek vala ne !
Çûk dilîzin.
....
Li ser bêderê
Bi dîlanê re
Dimilmilin bûkmezave.
......
Li bin dara (Bûnsiyane)
Sergihayî ye
Çîçeka qurift.
.....
Dema rokçûnê
Pingpinga balinde ye!
Di guhên qumrîkê de !?
.....
Bi heman cilî
Dewata pênc kuran dike !!
Dayîka zêve.
......
Li ber sifrê
Du werz in
Bi çi kurpis dikin ?!
......
Ta vê kêliyê
Hîn keçik e
Keçika zeviyan.
.....
Bihareke derenegxistî
Dixemlîne bêdera gund
Perperîkek bi cilên spî !
......
Roka rokçûnê
Rûyê xwe vedişêre
Bûkeke fedûk.
......
Li dor legena henê
Kevok dilîlînin
Xatûnek bi taca xizêmok!!
.......
pêlava bûkê
dişopîne
Peresêlka biçûk.
......
Bi bihna kovîdê
Bi heremekîtî sema dike
Keçika gundî.
......
Navrasta şahiyê de
Mûzîkek dengbilind
Dengê dîk.
Bi şefaqê re
Derî lê dide
Desmala namûsê