Îda Belindê
Ji Kitêba Cejnên Êzîdîyan ya konferensa Navenda Lêkolînên Êzdînasiyê ya sala 2012
Êzîdiyan gelek cejin û bîrewerî hene. Hindek jê Rê û Rismên wan li geliyê Lalişê têne pîroz kirin, hindekên din jî oldar û xelik li malên xwe dikin. Her wisa hindek cejin hemû Êzîdî dikin, hindekên din xelkê deverekê yan didoyan dikin. Cejna Bêlindê ji wan cejnên, ku di malan de tê kirin û Rê û Rismên taybet li Lalişê nînin. Ev cejna li Welat Şêx, ji Başîk û Behzanê heya bi nav Dinan û Hewêriyan tê kirin. Her çend cejnên Batizmî û Mêlmêlav di vê demê de li deverên din tên pîroz kirin, ev cejna bi navê Bêlindane li devera Pişder, Sekir, Mengûr tê kirin.
Navê vê cejnê
Îsmayîl Çol Beg (1) Bêlindê weke Pîrinde dide nasandin. Dibe ku gotina wî durist be, çinkû ev cejna û her wisa cejna Batizmiyê jî bi pîran ve girêdayî ne. Ji bo şirovekirina navê Bêlindê nivîskar Xidir Silêman (2) dibêje: „ Bêlindê ji bênhildanê hatiye, anko bêhna miriyan li xelkê wan dide. Îzeddîn Baqesrî (3) bawer dike, ku peyva Bêlindê ji bênvedanê hatiye, çinkû cotiyar bêhna xwe vedide. B.Ş.Dilkovan (4) diyar dike, ku Bêlindê ji peyva bîrinde, yelda hatiye û dibêje : Eve peyveke Aramî – Siryanî ye, li Kurdistanê û liwelatê Farisan belav buye.
Mela Xelîl Mişextiyê behiştî (5) dibêje: „ Pîr Xwedanê re’dê (birûsk) ye, anko Xwedanê birq û birûsiyê, li cem Êzîdiyan Pîrafat e, ku Xwedanê Bêlindê ye, dibe ku Bêlindê yan Bîrindê girêdayî vê çendê be.“
Cejna Bêlindê kengî ye?
Isma’îl Çol Beg dibêjie, ku ev cejin dikeve roja yekemîn ji kanûna yekê. Îzeddîn Baqesrî berfirehtir bas dike û wisa dinivîse: „Roja îna dudoyê ji çilê zivistanê heya îna dudoyê piştî yekê kanûna yekê li gorî kalêndera Yulyanî – 24. kanûna yekê ya Girîgorî ye“. Heso Hirmî jî wisa dibêje û Bêlinda pîran lê zêde dike (6): „ Bêlinda pîran roja îna yekê ji çilê zivistanê ye. Bêlinda giştî dikete îna dudoyê ji çilê zivistanê“. Dîyar e, ku jêdera wî pertûka bi zimanê erebî (Nehwe me’rîfet heqîqet eldiyane elyezîdîye) ya Dr.Xelîl Cindî buye. Ebdil Rezzaq Elhesenî (7) diyar dike, ku ev cejin dikeve 25`ê kanûna yekê. Her wiha Şakir Fetah(8) jî wisa rêz dike :“Ev cejin dikefte roja dehê ji kanûna yekê ya rojhilatî“. Tiştê herî giring ew e, ku ev cejin dikeve çilê zivistanê, dema ku çilegirên Êzîdî bi rojî dibin, ev jî wê hindê diyar dike, ku ev cejin ji girtina rojiyên çile kevintir e. Cejna Bêlindê li devera Welat Şêx tê pîroz kirin. Li cem êla Ciwanan li Şengalê ji vê cejnê re dibêjn „Mêlmêlav“ û li cem êla Çêlkan jî Batizmî. Ev herdu cejin jî gelek nêzîkî cejna Bêlindê ne. Li roja îna êkê ya Bêlinda Pîran xwarinek tê durist kirin, dibêjnê „keşk“. Pîrên Pîrafat wê xwarinê berhev dikin û ji boy Extiyarê Mergehê (Babê Şêx) dibin. Xelkên din jî li mala Pîran keşkê wek Simat dixwin. Li roja Bêlinda giştî her malek lipê şiyana xwe sewikan (cûrekî nan) berhev dike. Mezintirîn mirovê malê navê hemû miriyan ji bîr tîne û ji her miriyekî re sewikekê, weke xêra wî, datîne. Wan sewikan li xelkê belav dikin. Sewk û zad dibine ser zehmanî (goristan). Gerek e para Rêgirî * ji bîr nakin, neku li wê dinê yek bikeve rêka wan û dibêjin: „ heke ewê sewik û zad ji miriyên xwer re neşîne, miriyên wî weke belengaz û zebûnî çavê wan dê li zadê miriyên xelkê be. Anko, tê wê menê, ku li dinyaya din jî xwarinê dixwin. Helbet ev nerîn li Iraqa kevin jî hebû û gelek nivîskaran ev dûpat kirine. Ji bo nimûne, mamosta Nayîl Henûn dibêje(9): „Nêzîkbûn ji miriyan ciyekî mezin hebû, ke pêtiviyatiya miriyan ji bo xwarin û avê weke ya zindiyan e. Li ciyekî din di bêje : Tîtalên cenazan durist dikirin ji bo dana xwarina miriyan, çinkû ew pêtivî bû ji bo têrkirin û avdana wan“ . Her wisa nivîskar Zuhêr Kazim Ebûd (10)
pîroziya nan li cem
Êzîdiyan û Someriyan beramberî hevdu dike û dinivîse: „Genim ciyekî xwe yî giring heye, bi teybetî li cejnên Xidir Liyas û Bêlindê. Hindek caran Êzîdî bi genim sûnd dixwin. Kesê ku nan nexwe bi nerînên wan ew bê ol û bê îman e. Her wisa sewikan ji gênim diurist dikin. Di dastana Gilgamiş de, dema jinekê (Enkîdo) razîkir, nanê genimî xwar û wisa Xwedanî ji dest da û bû mirov. Li gel sewikên Bêlindê, kebaniya malê ji bo zarokan lîszokan (bûk, gopal,misase, nîr, hevcarr), nanekî nuqil wek sembol ji bo çala genim, serkê ji bo day Miriyemê ji hevîr dipêjin, (diurist dikin) dikin nan, daku keyfa wan bê (11). Her wisa keşik dihatin berhev kirin ku ji genm li gel mastê hişikkirî berî mehekê weke teqalka tê dirust kirin û li roja Bêlindê, bitaybet Bêlinda Pîran her wisa li Batizmiyê bi genim tê pêşkêş kirin. Li hindek deveran ( gûndê Êsiya, bitaybet malên Çelowan) (12) nan ji hevîrê rûnkirî (jêra dibêjin şilik) tê patin (diurist kirin) û gelek caran bi doşabê re tê xiwarin.
Xewlêr
Xewlêr nenekî sitûr û mezin e, li gorî meziniya malbatê tê durist kirin û mewîjekê dikin nav. Di roja çarşemboyê de tê patin û hêvara wê ji aliyê mezinê malê ve, yan hin dibêjin mirovekî biyanî, li ser pişta zarokekî tê şikandin û li ser neferên malê tê parevekirin. Her kesekî mewîj para wî bikeve tê xelatkirin û dibêjin, ku si’ûd û Qubala malê di wê salê de li ser si’ûd û Qubala wî kesî dimîne. Ev fikir jî axaftina Z.K.Ebûd dûpat dike, ku basa pîroziya genim li cem Êzîdiyan dike, çinkû ev xiwarin hemû ji genim diurist dibin. Ji layekî din ve nivîskarê behiştî B.Ş.Dilkovan dibêje: „Li sala 1976 min filmekî dokûmêntarî dîrokî li Îranê dît, weke Êzîdiyan dikin bi diuristkirina Xewlêrê, ku li hêvara (Şev- Yelda) êlên nêzîkî hev dicivin da serokekî ji xwer re diyar bikin ji boy sala bê û ew mirov dibe serokê wan êlan, yêku mewîj bibite para wî“(13). Li cem Yarsan (Kakayiyan) niyaz heye, anko pêşkêşkirina ew tiştên xûn jê ne tê, mîna şirînî û mêwan, yek ji wan niyazan hatina zivistanê ye (niyaza mal wem). Mixabin nivîskar bi berfirahî li ser vî babetî ne nivîsiye(14).
Gurga Gay
Li hêvara pêncşemba berî cejnê Rê û Rismên Gurga Gayê tên kirin. Pûşek heye dibêjnê Reşik. Wî pûşî li derê malê yan derê xaniyê dewarên cot datînin û xelkê gund dicivin, mêr û jin, gênc û zarok û hêviya hatina cotiyaran in. Gava cotiyarê yekemîn tê gund li gel gayên cot, xelik diçin pêşiyê û dikevin pê bi hilhilandin û stiranan heya digihin malê. Kebaniya malê Reşkê hildike û cotiyar bi gayên xwe ve li ser agir re derbaz dibin, yan xwe liser re hiladivêjin û kebanî şirîniyan (qesp û mewîjan) û hindek genim û ceh li ser wan re davêje. Ev merasîm li hemû malên gundiyan tê kirin (15).
B.Ş. Dilkova dibîne hilkirina agir li Bêlinda Êzîdiyan û Mîtrayiyan hevpişk e. Her wisa dibêje berê xelkê agir hildikirin û li hawîr kom dibûn, ku harîkariya (Rayiston) melekê erdê û parêzerê çandinyê bikin, daku ji xewa xwe ya bin erdî rabin û dexil û dan ji mirinê ji ber serma û berfê biparêzin.(16)
Bi rêz Xisro.A.Ekber dibêje: „ Bazarên paytexta Îran û bajêrên din gelek qelebalixê b ixwe ve dibînin bi binasê kirrîna mêwe, çerez, şirînî , cil û bergan ji layê hezaran ji xelkê Îranê ji bo berhevkirinê ji bo hatina şeva (Yelda), ku cejneke here giring e û bi kultûra Îranê ya berî misilmanetiyê ve girêdayî ye. Her çende bi hezarên salên bûrîn hêşta xelkê Îranê şahiyê li vê şevê dikin û dibêjnê (Şeb Çile) anko şeva sar û keyfa wan bi hatina germê û ronahiyê ji boy erdê tê. Ev ji cejnên kevine û hevbendî bi kultûra berî Zerdeşt heye. Rehên wê digihjin Mîtrayîzmê“ .(17)
Nivîskarekî din tîtalên Gurga Gayê bi tîtalekî kevin li cem Îraniyên kevin ve girêdide û li ser zimanê S.S.Elehmed dibêje : „Li hêvara roja pêncşemboyê ji cejna Sersalê paşa pişkidariyê, li hindek tîtalan dike , li gorepana Perestgehê gorekê ( kortekê) dikolin û çil darikan girêdidin û gayekî sipî li ber kortê girêdidin û paşa û Kahin (Oldar) agir di kortikê de gurr dikin. Paşî Ga xwe li ser dihilavêje û Di’ayeke taybet tê gotin „(18). Dr. Reşîd Mîran (19) wisa basa Gurga Ga dike: „Şeva heftê mehê her malek agirekî dike û her kes sê caran ji rojhilat bi aliyê rojava ve li ser agir re banzdide.“ Her wiha nivîskar dibê: „Kirina agir nerîneke kevn, ya hemû gelên cîhanê ye, her çend bêtir bi Îrana kevin ve girêdayî ye, lewra jî ne tiştekî xerîbe, ku Êzîdî jî di cejin û her bîreweriyên xwe de agir dikin û mîna Îraniyan xwe li ser re hilavêjin. Zerdeştiyan jî cejnek hebû bi navê Adir Ceşin yanê cejna agir, ku wê rojê li hemû malan agir hildikirin û pirr diperestin û şahî digeriyan. Nivîskarekî Êzîdî cejnên Bêlindê, Mêlmêlav û Newrozê bi hev girêdide û wisa dinivîse: „Cejnek heye mîna cejna Newrozê li cem Êzîdiyan dibêjnê cejna Bêlindê, her wisa cejneke din li devera Şengalê dibêjnê (Mêlmêlav yan Minmelav) herdu cejin li gel cejna Newrozê yek rewşe ew jî şahîkirin bi pîrozkirina agire „(20). Nîvîskar H.Tabanî dibêje: „Tîrên Kelhûr, Sekir û Mengûr roja çil û pêncê ji zivistanê di destpêka biharê de dizanin û dikin cejin û dibêjnê: Wehar yan bihara Kurdan Mengûr û Sekir di bêjnê cejna
(Bêlindanê), car jî dibêjinê bihara sekran“ (21).
Nivîskarê hêja, yê di warê filiklorê de, nemaze filiklora çiyayê Şengalê kak Xêrî Şingalî nivîsînek bi Erebî nivîsiye, bi navê : Cejna Bêlindane li Qeladizê (Pişder) li roja 10/10/2011 li Geliyê Lalişê, wisa dinivîse: „Rê û Rismên Bêlindane (Bêlindê) li gundên Qeladizê (Pişder): Êzîdî vê bîreweriyê her sal li nîveka zivistanê, li pey rojnama rojhilatî dikin. Em dibînin şop û rehên wê yên dîrokî li nav xelkên Qeladizê (Pişder) li seranserî sinûrên Îranê heye. Eve jî nîşana wê hindê ye, ku wan nerînên bav û bavîrên xwe parastine, ku rehên wan dizivirinin berî dema misilmanetiyê „. Bêlindane dikeve nîva çilê zivistanê, anko roja 20 ê çile, çinkû zivistan li pey rojjimêra Kurdî 90 roje; 25 roj serê zivistanê ye û 25 roj dawiya zivistanê ye , 40 di holê dimîne. Paşî ew weke çile tê nîvîkirin, lewra Bêlindê dikeve 20 ê li destpêka Rê û Risman li gundên Êsêwê, Çekwan , Nîsê, Eşkene, Balêlan, Badizê, Pîrî Îsibiya, Pîrî Sike. Xelik ji hemû temenan bi komkirina darên hişik bi dirêjiya 3-5 mitiran li gorrepana her gundekî radibin. Jin qelanê (cûrekî xwerina pîroze) ber hev dikin ku ji heft berheman pêk hatiye, hijîrên hişikirî, kişmîş, gûz, nokên qelandî, genim, ceh, kuncî , pihîv). Berhevkirina hêkan ji aliyê mêran ve ye. Rê û Rismên hilkirina agir bi bilindiya çend mitiran bi şêwê Qubekê ji daran destpê dike. Mirovekî pîremêr agir hildike û hemû Di’ayan dikin, ku darên sotî berew rojê bikevin , eger dar beruvajî çavê rojê keftin , nîşana hindê ye, saleke hişk e. Zelamên gund hêviyan ji Xwedê dikin, ku xêr û dilovaniyê belav bike. Hindek bi xem û bêzar dibin û Rê û Risman di cî de dihêlin. Heke dar ber bi rojê keftin wate saleke bi xêr û bereket û hêvî ye , ji bo xêr û bereketan sipasiya Xwedê dikin û jin dihilhilînin û qelanêyên xwe li ser xelkê belav dikin û pîroziya hev dikin. Mêr hêkan tilûtil li hev diden û ew pîremêrê agir hilkirî (Bîzotkekî) hildigirin û ber bi Xwedanên pezî rê dikevin û herçiyê girt divê pezekê bikuje. Her wisa li Hindistanê jî festîvalek heye girêdayî çandiniyê ye. Ew bawir dikin, ku Palarama * *birayê mezin yê Kirîşna** di vê rojê de buye û tiştê serekî di vî giyanê de hêja hevcar bû , li bo wê hindek dibêjinê hal şaştî, wate cejna Hevcarî . Jiberku Hindistan welatê çandiniyê ye, hevcar pirr giring e, lewra ev festîval li hemû Hindistanê tê kirin. Di wê rojê de zad (genim, ceh,….) nayê çandin û şîrê çêlekan nayê dotin û bikar`anîn. Şîrê gamêşan çê dibe bi kar bînin. Hevcar û genimê ji zeviyê tînin pîroz in.(22)
Perawêz û jêder
1-Elyezîdîye qedîmen we hedîsen , Isma’îl Çol, l.82 Beyrût 1934 ,
jêder bi Erebî ye.
2-Gundîyatî ,Xidir Silêman ,l. 111, Bexda, 1985.
3-Mergeh , Izeddîn Baqesrî,l. 157-160, jêder bi Erebî ye.
4- Govara Laliş ji. 11Dihok ,Bêlindê di navbera duhî û evro de ,
lêkolîna B.Ş.Dilkovan.
5-Ferhenga (Merg û jî) , Xelîl Mişextî , Hewlêr 2006.
6-Êzidiyatî di sed pirsan de , Heso Hirmî ,l.143,Dihok,2008.
217
7-Elyezîdiya qedîmen we hedîsen, Ebdil Rezzaq Elhesenî, l.74,jêder
bi Erebî ye.
8-Elyezîdiyûn we eldiyana elyezîdiya ,Şakir Fetah , wergêran ji
Kurdî bo Erebî ,Dexîl Şemo, Beyrût,1998.
9-Gundîyatî , Xidir Silêman , l.111, Bexda 1985.
10-Z. K. Ebûd , vekolîn li dîroka Êzidîyan ya kevin . l.30,Erbîl, 2006
, jêder bi Erebî ye.
11-Çavpêketin li gel hêja Babê Şêx (Xeto) li mala wî li 18/10/2011.
12-Nehwe me’rîfet heqîqet eldiyana elyezîdiya; Dr. Xelîl Cindî
,l.109.Siwîd.jêder bi Erebî ye.
13-Govara Laliş, ji 11 Dihok , tebax 1999, lêkolîna B.Ş.Dilkovan ,
Bêlindê navbera duh û evro, bi Erebî ye.
14-Kakayî,(vekolîneke entiropocî li jiyana civakî) , Dr.
Nûrî.Y.Herzanî , Erbîl 2007,jêder bi Erebî ye.
15- Mergeh ,Izeddîn Baqesrî , l.158, jêder bi Erebî ye.
16-Govara Laliş, ji 11 Dihok , tebax 1999 , jêderê berê .
17-Êzîdî û hindek tîtalên wê, S.K. Şero, L.78-83 Dihok, jêder bi
Erebî ye.
18- Govara Laliş , ji 4 , Dihok , 1994 ,Îdo Baba Şêx (Tîtalên me li
navbera serkanî û piraktik) , bi Erebî ye.
19-Rewşî ayînî û netewî li Kurdistan de ,Dr.Reşîd Mîran ,l.139,
Kurdistan , 2000.
20-Pîroziya sirûştî li bîra Êzîdîian de, Xalid şêx Xudêda , l.18,Şingal
2005, jêder bi Erebîye.
21-Haw netewî qewmî Kûrdû Amed ,Hebillay Tabanî, wergêr :Celîl
Gadanî , l.301, Silêmanî 2006.
22-Hindu –Festivals , Faris und Fasts,Chatrale Khagprem Nath, l.14.
Niviskar: Ido Baba Sheikh