16 قراءة دقيقة
10 Apr
ÇIYAYÊ MIŞTENÛR


DILBER

Bejina
Dîlbera min
Her reng, û
Her kiras lê tê

Bejina
Dîlbera min
Rihana ber çeman e
Her awirek li bejna wê
Dermanê dila ye

Bejina
Dîlbera min
ciwantirîn awazên
Mûzîkê jê re lê didin
Şalûl, û bilbilên gulistana
Ji boy wê dixwîn in

Dîdara
Dîlbera min
Hesreta dila ye
Jiyana li gel wê
Bihuşt bi xwe ye

Halima Can Kobani /16/8/2018

ربما تحتوي الصورة على: ‏‏شخص واحد‏، و‏‏وقوف‏‏‏




AWAZÊN XEMGIN

Ji awazên min
Derdikevin...
Nalîna welatek birîndar
Hesreta miletek koçber
Derdikevin...
Hestên birîndar
Axîna bav ,û kalan
Hawara dayîk, û pîran
Derdikevin...
Erzaniya xwîna egît û,
Mêrxasan
Qêrîna sêwiyan
Derdikevin ...
Rewşa welatek wêran
Rewşa xewnek winda
Derdikevin ..
Dîrokek bi êş ,û şewat
Destana qurbaniyê
Jiyanek wêran
Pêşerojek tarî,û xirab

Halima Can Kobani 

/16/12/2017

ربما تحتوي الصورة على: ‏‏شخص واحد‏، و‏‏‏جيتار‏ و‏منظر داخلي‏‏‏‏



Bendewara

Xortê ciwan im

Bendewara

Mîrê kurdan im

Ew siwarê hespê sipî

Ku werê min birevîne

Em bi hevre herin warê

Mem û Zînê.....

Bibin mêvanê

Siyamend û xecê..

Ji bîrbikin derd û

Kulê vê dinyayê

Da ku bibin efsaneya

Eşq û evînê

Halima Can Kobani

/22/9/2017

ربما تحتوي الصورة على: ‏‏شخص واحد‏، و‏‏‏وقوف‏ و‏لقطة قريبة‏‏‏‏



Kurdooo
Keştiya xelasî li 
Benda we ye
Heger hûn nebin yek 
Hûnê bibin lîstoka dijmin 
Û xelkê
Dem dema we ye
Hûn nexşeyekê ji welatê 
Xwe re çêkin
Navê kurdistanê li cîhanê 
Binvîşînin
Ala kurdî li ser çiya û zozana 
bilinkin

Halima Can Kobani 

/ 5/ 8/2019


Her ku

 Ez bêriya te dikim 

Bi heyvê re di peyîvim 

Ew xebera te 

Ji min re tînê 

Peyama te 

Ji min re tîne 

stêrik dibin hevalên me 

Gerdon dibe ronahî 

Her ku 

Ez bêriya bêhna te dikim 

Ez bi gul û sosinan 

Bêhin dikim 

Bêhna te ji wan tê 

Her ku 

Ez wan bêhin dikim 

Eşq û evîna min 

Zêdetir dibe ..


2017/12/23

________

ÇIYAYÊ MIŞTENÛR

Ez miştenûrê bilind im

Tacim li ser eniya kobanî yê me

Ez meskenê şêr ,û mêran im

Ez hêza helinc ,û şêranê me

Ez awaza şahiya newrozê me

Bi tîpên zêrîn nivîsandî me

Bi wateyên zîvîn neqşandî me

Bi kulîkên buharê xemlandî me

Li ser sînga min ziyaretgeha

Hesen, û Husên e

Dîlana keç ,û xortane

Ez dîdarê evîndaran im

Ez sembola berxwedanê me

Ez dîroka serbilindiyê me

Ez çiyayê ku tu zeman nikare wî bixîn e

Halim Can Kobani /21/3/2015

ربما تحتوي الصورة على: ‏‏‏‏شخص أو أكثر‏، و‏نشاطات في أماكن مفتوحة‏‏ و‏طبيعة‏‏‏



____________

(....DÎLBER.....)

Dîlber tu evîna min î
Hinar ji baxçeyê min î
Sorgul ji gulistana min î

sebir û arama min î
Şahî û dîlana min î
dermanê dilê min î

bextewariya jiyan min î
Hêvî û daxaza min î...........
Tu ruh û rewana min î.......

xewn û xeyala min î
Helbest û awaza min î
Tu bayê jiyana min î....

Şênî û welatê min î
Reyan ji buhişta min î
Tu melhema canê min î

Rihana hewşa min î
Gulava nêrgiz û sosin î
Tu xemla jiyana minî...

Halim Can Kobani/8/1/2018

ربما تحتوي الصورة على: ‏شخص واحد‏



____________

Periya kurdistan

Gelekî westiya ..

Li bendewariya ..

Serxwebûna kurdistan

Hêviya wê hat kuştin, û

Xewna wê heliya bû leylan

Rewşa welat tim xira bû..

Derd ,û kul zêdetir bûn

Jiyan ,li wî warî rabû

Mafê kurda jî winda bû

Rondikên xwînî wê barandin

Dilê wê bû hêlîna kul û xema

Bi hesreta avabûna kurdistan

Çavên wê man ,li bendewariya

Serxwebûna kurdistan

Halim Can Kobani/28/11/2017

ربما تحتوي الصورة على: ‏‏‏‏شخص أو أكثر‏، و‏‏أشخاص يقفون‏، و‏نشاطات في أماكن مفتوحة‏‏‏ و‏طبيعة‏‏‏



__________

Li ser sînga min


Kulek heye

Birînek kûr heye

Dîrokek bi êş ,û şewat heye

Welatek kovil ,û wêran heye

Miletek koçber heye……..

Bi hesreta vegera welate

Awirên bi rondek hene…

Ji ber nalîna bê derman..


Li ser sînga min


Jiyanek tarî heye

Xewnek wêran heye

Rojên rêş ,û tarî xuya dibin

Pêşerojek winda xuya dibe


Li ser sînga min


Hêlîna çûkan te hiçiqandin

Bi destên hovî ,û zordestî …

Gul ,û nêgiz çilmisîn e………

Ji ber bayê bêbextiyê…………

Welatê min bûye rêya bazirganiyê

Ji hemû destên qirêj ,û gemare re

Lê pênûs lewaze ji ber rewşa xirab welato

Ey hesreta dila

Min helbestek xemgîn hûnand

Ji rûpelên dîroka te ……………..

Buhara te çû ……

Payîz xuya dibe…

Lehiya hêstrên sêwîyan meşiya

Di nava goristanên te de……….

Çemê xwînê herikî ………………..

Ji xwîna keç ,û xortên te………..

Ewrên reş û tarî xwe avêtin ser ezmanê te

Bi destê qirêj , û gemar

Lê mixabin ji bo te hezar carî

Welatoooo..


 /11/ 2/2018

_____________

Em in


Em kurd in
Xwedî dîrok ,û dozin
Xwedî netew ,û alin
Xwedî ziman, û çandin
Lê.....mixabin
Em serhişkin, û
li dijî hev in.....
Em ji hev dûrin

Em in kaniya gewre
û şêranin...
Kaniya zîv ,û zêranin
Xwediyê taca mîdîne
Xwediyê destana
Kawayê hesinkarin
Lê.....mixabin...
Em bê maf, û parin

Emin azadîxwazin aşîtîxwazin
Lê......mixabin
Em gelekî westiyan...
Ji bindestiyê....zordestiyê....sitemkariyê

Em nexweşin bê dermanin
Em in hêlîna kul û derdanin
Yekîtî û azadî dermanê mene
Em in xwedîyê şer û cengên giranin
Lê......mixabin
Em hev nagirin
Em in refê kevokê gozelin
Em in birîna bê dermanin

/11/6/2018

ربما تحتوي الصورة على: ‏‏‏٤‏ أشخاص‏، و‏‏أشخاص يبتسمون‏، و‏‏أشخاص يقفون‏‏‏‏



___________

BANGA DAYIKÊ

Dayê xerîbî gelekî zor e
Jiyana penabriyê dijwar e
Dayê rewşa me gelek xerab e.

Dayê çima ?Em neçar man e
Çima ?Em ,li dû cîhanê man e
Çima li ber dîwarê xelkê man e

Dijmin îro bi me dilîzin bes e
Dayê bese her çar zarokên
Xwe bighîne hev li ser sifre yê

Bila dest bihevdin û bi yekbin
Bila şoreşa me germ bibe
Bila agirê jîna me gur bibe

Bila xwîna ciwanên me vala neçe
Bila dîroka me ya nûjen çêbibe.
Bila ala me ya rengîn blind bibe

Bila kurdistana me ava bibe
Bila doza me______ yek be ,û
Şivanê me jî yek be

Halime Can Kobani /27/4/2015 __Gundewarê Sirûcê

ربما تحتوي الصورة على: ‏شخص واحد‏



___________

PARIZVANA DIROkÊ

EZ keçika kurdan im

Dengbêjim ,û tembûrvan im

Şoreşgera, li ser çiyan im

Sembola hêza jinê kurdan im

Sembola azadiya kurdan im

Ji kurdistan re xwîn erzan im

Ji dîrokê re parizvan im

Ji dozê re ez şivan im

Ji bo welat qurban im

Halime Can kobani /17/1/2018 ___ÛRFA

ربما تحتوي الصورة على: ‏‏شخص واحد‏، و‏‏‏وقوف‏ و‏نشاطات في أماكن مفتوحة‏‏‏‏



___________

ŞIVAN Û GULISTAN

Şivan ,û Gulistan
Dû stêrên ronî hilatin
Ji ezmanê kurdistan
Ronîkirin qada hunerî
Bi deng ,û banga xwe
Bi awazên xwe yên,
Xemgîn ,û zelal
Şiyar kirin bi hezaran
Kurdên nezan ,û bêçar
Ew bûne sembola
Hêza şiyariyê ,ji bo kurda
Ronîkirin dîroka geliriyê


Bi pênûsa : Halim Can Kobani / 6/ 11/ 2018

ربما تحتوي الصورة على: ‏‏٢‏ شخصان‏



_____________


Xêrnexaza 


EZ ji xewa şêrîn
Rakirim..
Xewna mine Ciwan
Wêran kirin..
Jiyana min tarî Kirin
Hemû tiştên
Bedew hinçiqandin
Sitemkariya xwe
Berdan li ser rûyê erdê
Hemû hêviyên min kuştin
Dilê min Kirin hêlîna
kul û derda ...
Hestên min birîn Kirin
Bê dilovanî ...
Xew di çavên min de
Qedexe Kirin..
EZ bûme kevoka binê zinara
Rengê jiyana min reş Kirin

Halima Can Kobani /15/12/2018 __ÛRFA

ربما تحتوي الصورة على: ‏‏شخص أو أكثر‏‏



____________

Pîroz be pîroz be sersala
Ala kurdî ,li we hemiyan
Pîroz be...

Pîroz be, li hemû şehîd û
Gewre yên Kurdistanê
Pîroz be...

Li pêşmerge yên rojhilatê
Kurdistan ê şhnaz û
Pîroz be...

Destana Qazî mihemed û
Komara mihabada rengîn
Pîroz be...

Ala rûmtiyê û dîrokê
Ala serbilindiyê ,li we
Pîroz be...

Pîroz be xeml û taca Welat
Bîranîna mihabadê ,li we
Pîroz be...

Pîroz be ,li kurda pîroz be
A la netewî li pakrewana
Pîroz be ...

Halim Can Kobani /15/12/2018

ربما تحتوي الصورة على: ‏‏نص‏‏

____________


Yara mine şêrîn e

Wek kulîlka bi bêhn e
Lê ...
Ew îro xemgîn e
Û ...
Felek bi me re xaîn e

Dilê wê bi kul û birîne

Bendewarê rojên xweş û
şêrîn e

Halim Can Kobani /22/4/2017


_____________

 DILBER


Bejina 

Dîlbera min

Her reng, û Her kiras lê tê

Bejina Dîlbera min 

Rihana ber çeman e

Her awirek li bejna wê

Dermanê dila ye

Bejina

Dîlbera min

ciwantirîn awazên

Mûzîkê jê re lê didin

Şalûl, û bilbilên gulistana

 Ji boy wê dixwîn in


Dîdara Dîlbera min

Hesreta dila ye

Jiyana li gel wê 

Bihuşt bi xwe ye


Halima Can Kobani 

16/8/2018

_________



Li ser sînga min

Kulek heye
Birînek kûr heye
Dîrokek bi êş ,û şewat heye
Welatek kavil ,û wêran heye
Miletek koçber heye
Bi hesreta vegera welate
Awirên bi rondik hene...
Ji ber nalîna bê derman..

Li ser sînga min

Jiyanek tarî heye
Xewnek wêran heye
Rojên rêş ,û tarî xuya dibin
Pêşerojek winda xuya dibe

Li ser sînga min

Hêlîna çûkan te hiçiqandin
Bi destên hovî ,û zordestî
Gul ,û nêgiz çilmisîn e
Ji ber bayê bêbextiyê
Welatê min bûye rêya bazirganiyê
Ji hemû destên qirêj ,û gemare re
Lê pênûs lewaze ji ber rewşa xirab welato
Ey hesreta dila
Min helbestek xemgîn hûnand
Ji rûpelên dîroka te
Buhara te çû
Payîz xuya dibe
Lehiya hêstrên sêwîyan meşiya
Di nava goristanên te de
Çemê xwînê herikî
Ji xwîna keç ,û xortên te
Ewrên reş û tarî xwe avêtin ser esmanê te
Bi destê qirêj , û gemar
Lê mixabin ji bo te hezar carî
Welatoooo..

Halima Can Kobani /11/ 2/2018

ربما تحتوي الصورة على: ‏شخص واحد‏



____________

Yara mine rindik e

Pir xweşik ,û nazik e

Sîng sedef ,û bejin kinik e

Por xelek ,û çav belek e

Gerden zêrîn ,û lihevhatiy e

Ew delalîka nava gund e

Gelekî şermok ,û sinc bilind e

Lê ...hinekî ew pozbilind e

Kesî li ber çavê xwe nabîn e

Dilê xort ,û lawan kul dike

Halima Can Kobani /12/2/2018

ربما تحتوي الصورة على: ‏‏شخص واحد‏، و‏‏وقوف‏‏‏



_____________


Ciwaniya newrozê


Dema ku newroz tê
Dîlan ,û şahî çê dibin
Gul ,û kulîlk vedibin...
Kanî ,û rûbar diherikin
Çiya ,û zozan dixemilin
Bilbil awazan dixwînin
Bax ,û bustan kesk dibin
Perperîk liser kulîlkan bazdidin
Keç û xort dîlanê digirin
Bejin ,û bala xwe bi cil ,û
Bergên kurdî dixemilînin
Ji rengên ala kurdî
Kesk sor zer û sipî
Destana kawa yê
Hesinkar nîşan dide
Agirê newrozê dibe têrîja azadiyê
Demsal dibe buhişta rengîn
Gerdon tev dibe pîrozbahî

Halima Can Kobani/20/3/2015

ربما تحتوي الصورة على: ‏‏نص‏‏

_____________



BILBILÊ DILBIXWIN

Xêr nexwazan hêlîna
Min wêran û xerab kirin

EZ bi zilim, û zorê ji
Axa Welat derxistim

Qadanên min şikandin
Agir ,bi dilê min xistin

Bûme mehkûmê Welata
Bûme hêsîrê __welata

Rondikên xwînî barandin
Bi welatê xeribiyê ketim

Barê derd û Kula rakir
Geriyam ,li nav cîhanê

Her ku geriyam bar giran
Bû derd û kul zêdetirbûn

Birînên min baş ne bûn
Dermanê min qet nema

Nalîn û Êşa dilê min
Bûne awazek xemgîn

Hêviya min hate kuştin
Axîna min çû esmana

Bi pênûsa : Halime Can Kobani /18/11/2018

ربما تحتوي الصورة على: ‏‏نص‏‏

تم عمل هذا الموقع بواسطة