6 قراءة دقيقة
15 Jun
ÇI GALGALIN


Kurdino besin ev gazin û galga

Heger nebin bira û dost û heval

Wê welat herî li ber dest û linga

Wêran dibin bajar û gund ,mulk û mal


Êdî neşemitin wek salê berê

Agir nexin dinav mal û bênderê

Bira sed sal ji temen va ye me da

Lê xuya ye hîn em ji tuxmê kerê


Em kurd ji hevre wek sing û mêkutin

Mêrin ,lê qet ji bo xwe naxebitin

Ji mer divê yek zane û canfida

Ta ku em bilivin û bilebitin


Em tim dijminê hevin , dostê neyar

Em hev dikujin,dijmin malê me xwar

Mixabin milet maye jar û geda

Tev koçber û penaber bê cî û war


Werîs di destê tolaz û deywize

Tevde rabin dijî van îmansize

Qet rê nedin rêbir û diz û çeta

Bi darvekin hemî mît û xinize


Hemî bi yek dest û deng û biratî

Hûn biparêzin xaka vî welatî

Avabikin qesir û xwendegeha

Bese serêş û kul û dil şewitî


Damezrînin dezgeh û qutabxana

Guh bidin nefşê nû û dibîstana

Herin serdana hev , lê nedest vala

Zanim doza me tevan kurdistan e .


ÇIMA WILO ?


Sed partî û bendin

destên hev diberdin


Li hev nabin xwedî

Ji xwe nakin fedî


Çima wilo ?


Ev kîn û zikreşî

Ev êş û nexweşî


Her yek dibêje ez

Rovî ket dinav rez


Çima wilo ?


Agir ket bênderê

Wê kî pêve herê


Ji hevre wek şûrin

Cem dijmin diqûrin


Çima wilo ?


Qet ji hev hez nakin

Barê hev ranakin


Xemsar û tenbelin

Dijî mafê gelin


Çima wilo ?


We kes nehişt li cî

Hin tî û hin birçî


Hemî bûn penaber

Li cîhanê bi der


Çima wilo ?


Welat hiştin vala

Bilî pîr û kala


Em ne apoçî ne

Em ne berzanî ne


Çima wilo ?


Bira em tev kurdin

Pişta hev diberdin


Rê didin nezan e

Dûr dikin ciwan e


Çima wilo ?


Sinc û rûmet nema

Kesî negot çima


Man bê qedr û qîmet

Demek zor û zehmet


Çima wilo ?


We xwîna me vexwar

Em man bê cî û war


Xewna me windabû

Dilê dijmin şabû


Çima wilo ?


Dev bi xwîn û dêwin

Kurê doh û pêrin


Diz bûne dewlemend

Milet kirin sed bend


Çima wilo ?


Kesên bûn berpirsyar

Hew ji cî têne xwar


Ew kursî bernadin

Rê bi kesî nadin


Çima wilo ?


Tev bûne diktator

Gel bûye ker û kor


Li ser me bûne mîr

Mîna kevan û tîr


Çima me deynekir ?

Xwelî serê xwe kir .


PÊŞMERGE


Tiwî kurê vî welatî

Ava decla û feratî


Gelek mêrxas û lehengî

Şervanê bi nav û dengî


Te deng veda li cîhanê

Parast xaka kurdistanê


Va navê te ket dîrokê

Tu dijmin rake ji kokê


Bigre sînor û sengere

Bijî ,serkeftin ji te re


Li derdorê xwe binêre

Tu mîna piling û şêre


Xwedî pênûs û tivingî

Lê ,derfet hat bi derengî


Nema rê bide neyar e

Milet li pey te şiyar e


Zanim tu zîrek û mêrî

Di şer de şêr û dilêrî


Tu dil pak û dilovanî

Neviyê kurd û kurdistanî


XEWNA MIN


Min ji xew ranekin

Deryê kula venekin

Çi ax û galgalin

Çima bi hev nakin ?


Hin dibêjin sor e

Hin dibêjin reş e

Wan em tev dînkirin

Karê wan tev boş e


Min ji xew ranekin

Birînê min venekin

Xewna min nekujin

Pûte ji mer çênekin


Hin dibêjin kin e

Hin dibêjin dirêj e

Ji rastiyê direvin

Kurdo rabe bêje


Ey birîna kevnar

Dîroka reş û gemar

Êdî ez te navim

Bi qewite bi yekcar


Xewna min nekujin

Xwîna min nemijin

Divim dad û wekhevî

Hûn ji min çi divin .


KALO


Ev çi kal û pîremêr e

Çend roj û sal mane jêre

Berê me dide nebûnê

Gelo kar dike ji kêre ?


Tobeke hîn tu nemirî

Rizgar be ji vî agirî

Nav dimîne di vê dinê

Te çi bi serê xwe kirî ?


Pîr û kal û netebitî

Kuro bo kî dixebitî

Çima wilo dil bi kînî ?

Ji bo min tu nalebitî


Çend rojên temen mayî

Tê bimre tu nepolayî

Ji xwe nakî şerm û fedî

Çi agire te dadayî ?


Ciwan hatin di yek rêzê

Yek raman û bi yek hêzê

Simbola wan her azadî

Çima tu nakevî xêzê ?


Bese êdî temen bûrî

Tu nexwedî nerîn dûrî

Timî kul û derd û êşî

Tu bê çek û bê abûrî .


CEJN Û BUHARE


NEWROZ‌E

Îro cejn û buhar e

Kêf û şahî li dare

Ev buhara me kurda

Li her bajar û şare


NEWROZE

Ev xewna bav û kala

Doza cotkar û pala

Kurdo ala xwe hilda

Pîroz be ev helala


NEWROZE

Îro cejn û avdare

Gul beşkivîn ji dare

Welat çîçek û gul da

Ji rengê cegerdare


NEWROZE

Îro cejn û seyrane

Buhar xweş û ciwane

Xak û zeviya reng da

Îro cejn û dîlane


NEWROZE

Newroz cejn û şahiye

Ev bo me ronahiye

Vaye me agir dada

Li çiya û geliye .


تم عمل هذا الموقع بواسطة