ÇEMEK JI XEMA
Ji pêsîra demê
Kavilên wêrankirî
Ji jana kulû xemê
Çavê sor ji kelûgirî
Sed axîn dan e dil
Pora reş min spîkirî
Ew şûva me çandî
Ker di nav de zirî
Birîn di laş vekirin
Damar ji xwînê herhirî
Tîr di dil de çikandin
Kevok ji hêlînê firî
Bostek nema bê xwîn
Bixçe ma bi gîska gurî
Dil tije ye qehr û kîn
Iblîs di rengê perî
Me sînor derbaskirin
Dest û lingê çirvirî
Tirko em xistin bazaran
Beşek di derya werkirî
Sed tif li vê demê
Ji mer dibêjin penaberî
Ser serê me kom bûn
Hemî tolaz û serserî .
Ehmed Tahir