1 قراءة دقيقة
03 Apr
Çîroka....nevyan

Nayif Çolo


Çîroka....nevyan

 Ezê derkûşa te bihejînim
Welato
Bi Destên bazdayî
Ji
Laşên bi birînên bê dev
Ji
Dema bendên ku xwîna me
Hilbijartin
Ji bo gerîna dewlên dîrokê
Zimanê bazdayî
Ji siya hevokên tirsê
Û
Ber bi dengvedanên lehengan
Dimeşe
Ku ji wan mêrxasiyê bigre
Dilên perîşan
Saza sazger di rojên tengayê de
Sazjeniya wî lêdidin
Û
Dîlana nav vedanê li qadên
Hewarê
Li dardixin
Navê wî dikin sawîr
 Di xwenên dijmin de. 

 Nayif Çolo

ربما تحتوي الصورة على: ‏‏شخص واحد‏، و‏‏‏قبعة‏ و‏لقطة قريبة‏‏‏‏


تم عمل هذا الموقع بواسطة