Tê gotin : ku axayek hebû zordar bû ji gundiyan re , ji mêrê gund doza çîrokeke nû û xweş dikir , her şev yekî çîrokeke nû di odeya axê de ji axê û gundiyan re digotKesekî oldar û hejar di gotinê de "sofî" gund de hebû , ne diçû civata li odê , kesên derdora axê kirin vinvin di guh û serê axê de ku "sofî" ji te hez nakî û tu ne bi dilê wî yî!!Axê roj bi roj jê hate dagirtin û bi xwe çav berdabû buxçê wî û dara sêva wî ya tekane û dixwest berde ser buxçê xwe de lê sofî ne di xwest bi firoşe her gava axê jêre digot?!!Yekî ji axê re got : Ezbenî ez dizanim te çavê xwe berdaye buxçê sofî tu çi dibêjî ku buxçê sofî bikeve ser buxçê te de bê beramber!- Axa got : çawa kuro?Yedekê axê got : jêre bêje sofî va navê te di rêzê de ye da tu çîrokeke nû ji mere di odê de bêje , û ji min re çîro şah meymûn hatiye gotin lê ez nizanim nave roka wê çilo û çawa ye?!!Ew nikare naveroka çîrokê bîne û ti jî weha dikarî wî tewanbar kî ûdestê xwe deynî ser buxçe tevî dara sêvê û dîwarê kevirî di navbera buxçê xwe û yê wî rakî? Bi serê axê ket û di kîlîka xwe de du kes şiyandin mala sofî û bi hêz li dergehê wî xistin ، dema sofî dergeh ji wan re vekir bê silav jêre gotin : axa bi lez te dixwazî sofî ...Sofî ji wan re got : baş e ezê limêja xwe bikim û werim , her du mane li wir ji tirsa axê û ji sofî re gotin emê li vir li benda we bin , sofî zanî ku ew ji tirsa gotna axê ne wêrin bê sofî vegerin...Derbasî hindur kirin û ji maliya daxwaza çadaneke çayê kir û limêja xwe kir piştî çaya xwe vexwarin tevan berê xwe dane odeya axê , ji dûr ve axê ji wan her du kesan re got win vîqasî li kur man kûçikno?!Piştî silaveke sar ne ji dil axê ji sofî re got : me bihîstiye ku tu naxwazî were civatê li vê odê çi ma sofî û berî sofî berevaniya xwe bike axê jêre got...Weke tu dizanî her şev li vê odê yek ji mêrê vî gundî çîrokeke xweş ji mer û civatê re di bêje hingî çîrok dubare bûne me çîrokeke nû dive û tucaran te ji mere ti çîrok ne gotine , ji te tê xwestin ku tu çîrokeke xweş û nû bêje , û min bi çîroka "şah û sîmir" bihîstiye lê naveroka wê çilo be û çawa be ez tuştekî jê nizanim lewre ji te tê xwestin tu çîroka şah meymûn û sîmir bîne ya jê ezê dîwarê di nav bera buxçê xwe û ê te de rakim û buxçête wê bibe ji min re û sêvdara te wê bibe ji min re!!Sofî tê giha ku axê çavê xwe berdaye dara sêvê û çiqas jêre bêje ku ev dar bo xwedîkirna zarok û malbatê ye jî wê axa berpêkan bide da wê darê ji xwe re bibe...Sofî ji axê re got : du rojan bide min û ez ê gotina dawî ji wer bêjim..Vegera malê bi dilekî xemgîn , hevjîna wî derdora wî çû û hat jê pirsî ka çi bûye? Sofî meraqa xwe jêre got her du ketin mitalan de hizrek ew birin û yekî ew anîn ta gehane biryara ku sofî here çîroka şah meymûn û bîne ji ber ku dara sêvê ji bo debara jiyana zarokên wî dike û buxçe jî jêdereke ji bo dabînkirina kel û pelên şînî çi havîn be û çi zinvistan be ...Lewre sofî çû ji axê re got : ezê piştî rojeke din bi rêve çim lê hêviya min ewe ku tu nêzî malbata min nebe û dara sêva wî ji wan nestîne...Axê soz dayê û wî jî bi zarokên xwe re rûnişt û tişta pêre derbasbûyî ji wan re got û ji wan xwest hej ji mal û buxçê xwe hebin ta ji vê riya dûr vegere ...Berbangê limêja xwe kir û xatir ji maliyan xwest û buxçika xwe a ku hevjîna wî jêre amade kiribû hilgirt û berê xwe da welatê şah meymûn bê ku bizane li kur dikeve tenê nav bihîstiye...Bi rê ket û çu her gav qurtek av veduxe dema tî dibe tava rojê dijwar e , çavê wî bi dar û kaniyeke herk ket , dem nîvro bû çaxê limêjê bû û ew birçî jî bû, lewre xwe ji bo limêjê pêk anî û limêja xwe kir û xwarin xwar û ji xwere got ezê pistekê razim û berdewam kim , xwe dirêj kir hîn çavên wî taze neçiwî ser hev ji Qîjqîja dengê çîlîkê firindeyekî ji xwe veciniqî, di ser xwe re meyzand û dît ku marekî stûr û mezin bi darêve hildikişe berû hêlîna firindeyekî , kopalê xwe bi xurtî zîvirand û arête wî marî ji darê werkire xwar û bi kevirekî pehin li serê wî xist û perçiqand û bi kêra xwe a ku her dem pêre kire parçe parçe û bi darê ve hilpekî û ew parçe xiste hêlînê de û destê xwe şuşt û xwe ji gemarê paqijkir û li xewa xweVegera û ew çêlîkê di hêlînê de ketine ser goştê wî marî de û jê têr xwarin û para dayîka xwe jî li teniştekê hilandin..Bû berû evarê firinda sîmir berê xwe da hêlîna xwe mirênê pê diket û dema wê reşek li bin darê de dît xwe bi lez berda xwar û latekî mezin hilgirt û xwe hilda banî da were êrîşî wî reşî bike û lat bi ser de berdî!Lê çêlîkên wê li gorî zimanên xwe kirin çilîwilî û jêre gotin ku ev kes dost e ne dijmin e , ji keratî ve dûr ket û ew tehtoşkê kevira ji nav lepê xwe hêdî danî û vegeriya hêlîna xwe parçeyek ji mar dît û neperûşk û nikilê zarokên xwe jî bi xwîn dîtin lewre bihna wî hinekî ferehbû û ji çîlîkên xwe pirsî ka çi çêbûye di dema çûna wê de...Jêre gotin : marekî qehfmezin û stûr hewil da êrîşî bike û were me tevan daqurpîne û bixwe lê vî çavdêrî êrîşa wî şikand û şerek vekir û ew kuşt û kire parçe gorî hijmara me û ha vaye pişka te jî yadê...Sîmir her du baskên xwe vedan da bibe sîber ser sofî de ji ber rok xwe hêdîhêdî berû ava de diçû, ta ji xew rabû û bilez xwe pêk anî da limêj kî , piştî ji mêjê xilas bû firinda sîmir ji banî xwe berda xwarê û spasiya sofî kir û bi dilekî germ ji xweda doza pêkanîna hêviyên wî kir û got : ev sala heftan bû her sal di vî demê salê de ezê hêlîna xwe nûjen kim û hêkan kim û li ser wan qurimim ta bibin çêlî û dema ez ji nêçîrê bo dabînkirina xwarinê ji wan re dema vegerê ne çêlîk û ne mêlîk û ez di kerb û hesreta xwe de difetisim ta vêcarê xweda tu ji min re şandî da dûnda min jî wek yên sîmirên din çêbibe û ezê jîna xwe tev spasdarê karê te bim wê bimîne deynek di stukra min de ..Sîmir : De ka vêce ji min re bibêj tu û van dera çîroka te çi ye sofî?Sofî bi dilekî şikestî çîroka xwe û axê û dara sêvê û çîroka şah meymûn jêre got...Rengekî zer bi riwê sîmirê de hat û go ax û ax sofî ji xwezya re heft salên din jî vî marê reş çîlîkên min xwareba ne û te ji min re navê vî bêbavî ne gotiba ne !!Lê ez soz didime te ku daxwaza te pêk bînim lê hinek xwestek hene hem ji min re û hem ji te re...Sofî : ew çi xwestekin sîmira hêja ?Sîmir : tu dibînî çêlîkên min hîn biçûkin , demek ji wan re divî ta bi firê bidin û ez bi xwe ji nû ve ser hêlînê rabûme ji min re xwarineke xweş û bi bez dive heger ne wiha ba ez dikarim bê van daxwazan te bighînim û ji te jî di vê demê de heft tenûr nan û heft dûvê berana û heft rolî av ji ber ku di navbera me û welatê şah meymûn heft derya hene? Her deryak tenûrek nan û dûvekî berana û rolîk av jimin re dive ta em ava van derya derbas kin û ji xwe îro va çû lê ji roja bê û pêve ez û tu dive herin karê xwe...Sofî roja dî bi çola ket nav wan gunda da tenûrek nan û dûvê beranekî û rolîk av bixe destê xwe û vegere û her wisa sîmir jî bi nêçîra kîvroşk û xibşên xezala diket ta têr dixwar û para çîlîkên xwe jî tanîn û dihat...Her wisa rojên wa bi vî awayî derbas dibûn çîlîk mezin bûn û bi rirê ketin û maka wan roj bi roj qelew bû weke berê vegera û sofî jî xwestekên sîmirê dabîn kirin ...Roja nîşan kirî sofî berbangê limêja xwe kir û sîmirê jî xatir ji malbata xwe xwest û xwe nimiz kir sofî xwe çip kir ser pişta wê û hêdîhêdî berû ezmana ve bilind bû û berê xwe da welatê şah meymûn ji sofî re got : tu ji bîr neke her deryak tenûrek nan û dûvekî berana û bi ser de rolîk av...Gehane derya yekê sîmirê ji sofî re got de karê xwe bike her wisa ta gihane derya dawî ya heftan ji leza dûvekî berana ji destê sofî şemitî û kete ava deryayê de heme bilez sovî dest avêjte berîka xwe û kêra xwe derxist û xwe zerkir gurçika lingê xwe û avête devê sîmirê de ?!!Sîmirê go : çîja vî goştî mîna çîja goştê mirova ye!!Lê sofî pêre deng nekir û lê ne vegerand ta gihan dema sofî bi rêve çû seqet xuya , sîmirê ji nûve zanî ku ew goşt ji kur hatiye , serê çengê xwe ser devera birîn re anî ew sax bû û pirtikekî xwe da sofî û jêre got : dema li te teng bû tenê agir bi vî pirtikî ve bike ezê werim bi hawariya te ve werim berî tu çavên xwe miçûbelî bikî û xatir jê xwestin û go ez hew dikarim bimînim ew koçka şah meymûn û fir da û bi riya xwe de vegera ...Sofî berê xwe da koçika şah meymûn û pişta xwe da derya û berû şah meymûn de çû û li dergehê koçika şahXist , da dergeh jêre were vekirin ma û ma ta şah bi xwe hat jêre vekir û pêşwaziya sofî kir û bi hev re çûn hindurû piştî silavan û pirsa rewşê..şah meymûn got : sofî tu û vî welatî! Sofî çîroka xwe despêka ji malê derketî ta sîmirê ew danî vir jêre got û daxwaza çîroka şah meymûn jê kir...Şah go : hûrguliyên çîroka min ji welatê min derneketiye û ev girava ku ez lê kesek lê nîne ji min û keçama min pêve û çi kesê hatiye çîrokê bibe , serê wî tê birîn...Sofî veciniqî ji tirsa lê ne da xuyanî kirin ji şah meymûn re de lê bînî der kete mitalan de, dema şah meymûn jê xwest şîva xwe bixwe , sofî go ez ne birçîme ji mitala û jê xwest çîroka xwe jêre şîrove kî Şah meymûn got : bira min kecapek hebû ji biçûçkanî ve min bi şîrê xizalan ew xwedî kir piştî dê û bavê wê di buyerekê de koça dawî kirin , roj bi roj keçapa min darî çavên min mezin dibû û perepêre xweşik û ciwan jî dibû .Dema mezin bû weke heyva li azîmana giha ji min re gotin keçapa te gula jina ye li vî welatî , ya baş ewe tu wê ji xwere bikî hevjîn , ciwan û xweşike û di ser de goştê teye û te bi xwe ser destê xwe xwedî kiriye û tu dizanî çilo û çawa ye ..Şah ji sofî re dibêje : me kire dîlan heft roj û şevan û bi hevjînî jiyana me bi hev re wisa derbas bû , demekê ez nexweş ketim û dinav nivîna de dirêj kirî mam , min ji keçapa xwe re got : keçap ez nexweş im vê kîlîkê bi hêvî me tu rabî êm bidî hespa xwe û a min , heya ez ji vê nexweşiyê sax bibim , ji min re got : serçavan kurap , her dan diçû êm û av dida her du hespan û dereng divegera malê .Rojekê çavê min bi hespê min ket ku gelekî qor û bihev ve maye , ez matmayî mam guman li rex min çêbûn , çima hespa keçapa min qelew û ê min her diçe qor dibe ??bi dizî ve ez li dûv keçapa xwe çûm min dît ku cuharê hespê min ji kuç û zixuran dagirt ye û cuharê hespa xwe ji kaya têr ce kire ?paşî av hindik da ê min û ê wê têrha av vexwar û xwe zerkire ser pişta hespa xwe û derket , ji keder û tora dilê xwe çavê min tarî bû , lê min ji nûve ceyê paqij da hespê xwe û têr ava paqij û dihatim di nivînê xwe hizr û kulan ji hundir ve ez dixwarim ta keçapa min vedgera û min jê dipirsî du dereng mayî keçap !!Li min divegerand her carek berpêke nû dida ber riwê xwe? her wiha dihroj weha derbas bûn ewê derkevî û ji nûve ezê çim hespê xwe têr êm û av kim ta roj bi roj bi ser xwe ve hat û min biryar da ku ez wê bêtise ber çavên xwe û zanibim ew diçe ku dîse vedgere...Sofî lê guhdarî dike û her weha mitalan jî dike ji ber ku wê serê wî wê were birîn û şah jêre dibêje îro bese sofî?Sofî jêr dibêje berdewam ke ezbenî...Şah got : piştî keçapa min derket qaşo êm û avê bide hespan yê min kevir bûn û ê wê ceyê sade û ava paqij û zelal e , dema ji malê derket min bilez cuharê hespê xwe ji ceyê paqij dagirt û ez li pey şopa wê ketim , sofî hespê wê bejiyê lê hespê min bejî û aviye , lewre min zanî ku ji şopa hespê wê berê xwe daye şikefteke dikeve binya bajê min berê hespê xwe da nava ava deriy û ez lê zîvirîm û min xwe lê kire diz ka wê ci bike li pişt latekî mezin min hespê xwe girêda ew kete ser ceyê xwe de û ez çavdêrî keçapa xwe me...Min dengê hirhira hespê keçapa xwe kir , min ew naskir û bi dizî ve min dît ew kete şikeftê de , ez nêzî dergehê şikeftê bûm bi van her du guhê xwe "destê xwe danî ser wan" deng kir ku yek jêre dibêje "Hey pûşt keça pûşta" heya niha tu li kur mabiwî van sebavan guhê min qoqilandin!!Keçapa min jî lê vegerand "heya min ew kûçik bav birêk û pêk kie razeha ji nûve ez birêketim " mebesta wê ez im sofî ?!!Şah ji sofî re dibêje : sofî şîva xwe bixwe û va ez çîroka xwe bibêjim keko, lê sofî ji mitala bayekî hizran wî dibe û yek wî tîne û ji şah re dibêje berdewam ke? Şah ji sofî re berdewam dike û dibêje : keçapa min bilez şîrê singa xwe da kudkê xwe ta têr kirin û razandin , bû qerebalixa herduwan di wë şikeftê de wî qerasê dêwa têra keçapa min lêxist û paşî kete ser kelaxê wê da ta bihna xwe vekir , bi lez keçapa min derket û li hespê xwe siwar hat û vegera malê , ji nûve gelek pirsên ku serê min dixwarin ji be bersivî hatin zelal kirin , ji kelkel û hêrsa dilê xwe min şûrê xwe ji qalikê wîHilkişand û bilez min berê xwe da şikeftê , ku dêwekî kudkude û heft kudik têde dijîn , bi hemû hêza xwe min şûrê xwe avête qirka wî dêwê kudkude ku serê wî çû derekê û laşê wî dinav xwînê de gevizî ma ta bê lebat ma , paşî min berê xwe da her heft kudikan serê wan jî ji laşê wan cuda kir û her heft serî min xistin xurcikê xwe de û min berê xwe da malê bilez ji ber hespê min ji yê keçapa min pezayî tire ez berî wê geham malê , min cuharê hespê xwe tijî zixur û kuç kir û bi lez vegeram xurcik daleqand bi kujîleka ve û bi kêrekê min telihek ji telihên xwe qelaşt û tijî xwê kir û bû qîr qîra min ji êşa kewandina birînê , piştî bihnekê keçapa min hat û ez di wê rewşê de dîtin ji min re got : bibûre kurap ez dereng mam ta min herdu hesp bi av û êm kirin û gova wan ji rîxa wa paqij kir , çi heye qarqara te ye ez qurban!!Min jêre got keçapa minî hêja higî ez dêşim ewqas dilê min diçe şebeşekî sor! Ji min re got : pa ezê şebeşekî sor ji kur ji te re bînim û tu dizanî ne çaxê şebeşa ye! Min jêre got : ew xurcika han ewê bi kujîleka ve daleqandî min hinek şebeş ji rojeke weha re hilandine , rabû çû da şebeşekî ji min re bînî û min di bin çavên xwe re lê meyze dikir , dema xurcik ji banî anî xwar û vekir , bê lebat ma û pêre pêre bu yeke dîn û har û bezî şiveke hinarê û hilda banî û bihêza destê xwe li min xist û got hey ker kurê kera!!Û ez bûme kerekî reş - sofiyê delal - yek ji zarokên wî bajarî nema û li min siwar nebû û kesek nema barê xwe li min nekir û zeviyê xwe hilnekir û çi kar hebe bi min di qedandin û di serde pişta min kurmî bû mêş û pêşiyan ji xwe re kirne xwaringeh xwîn û 3edab jê dibarî her dem , dema bû roja înê û ez li ber çem diçêrîm min dît ku keçapeke mina dî tê da cil û firaxên xwe bişiwe , li min meyzand û got : waweylê ev tu wî şah meymûn !!Min serê xwe jêre hejand bi erênî , ew li berket ku keçapa wê bi şiva hinarê kiriye ker , rebû bervr hat û di guhê wî de jêre got : ber êvarê here mêşedanka li pişt mala me û şiveke hinarê bi kelem heta ji te were hilde û bi hêz lêxe û bêje "hey dêlik keça dêlika" ewê bibe dêlik û tu weke xwe vegere? Şah ji sofî re dibêje : sofî min gav bi gav wisa kir bi bêdengî , û bi dizî ve ez ketim malê , lê bêxwedîkê derî kire zîqezîq û keçapa min hişyar bû ku hinek hatin xwe kire pişt dergeh de û dema ez derbasî eywanê bûm , ji pişt min ve bi hêza ku xweda dayê de şiva hinarê ya bi kelem , hilda û di pişta min kişand û got "hey kûçik kurê kûçika" ez ji kerekî guherîm kûçikekî reş , zarokên wî bajarî bi kuçan li min dixistin û diketin pey pişta min da ez dûrî bajêr dikirim û kûçikên bajêr kom dikirin û berdidan ser sikê min laşê min tev ji gez û neperûşkên wan birîn û qemûşkin zikzkî têr û dihê birçî xew li min hesret bû ji lêdana zarokan , rewş wisa derbas bû ta roja înê dîse weke cara din keçapa min hate ser ava cokê da firax û cilkên xwe bişo , li nav çavên min meyzekir û ez dîsa ez nas kirim û ji min re got : ma tu ne şah meymûn î ?Min serê xwe jêre hejand bi erênî , dîsa ew şîreta berê kir , şivhinar û mêşedank û hêdî hêdî bê pêjin bidizî ez zûtir vê carê çûm , min dît ku keçapa min pişta wê li dergehe tiştek di nav lepê wê de ye , heya xweda hêz da min , min ew şiva dagirtî kelem di laşê wêde hilkişand û pêre min jêre got : "hey dêlik keça dêlik" keçapa min bû dêlikek û pêre ez mirov vegeram lê nîşanek ji kerê û kûçik bi laşê min ve ma û vane hinek ji dûvê kerê û guhê kûçik şanî sofî kirin , û çîroka xwe berdewam kir û got : lê min weke wê nekir û neberda nava bajar da xelk û zarokên bajêr lêxin , lê min ji bajêr barkir di nîva şevê de û hatime vê giravê tenê min keçapa xwe bi xwe re anî jiber ji koştê mine û min bi şîrê xizalan ser destê xwe xwedî kiriye , û min ew dêlik daleqandiye bi lingê wê ve û xwarina û ava wê tenê rojê carekî didime bi zimanê xwe dialîse û dixwe ...Ha eve çîroka min sofiyê delal , ev koçka ez têde dagirtiye ji seriya û ev mercê mine ji her kesekî bixwazî çîroka min bizanî , lewre min ya xwe bidawî kir dimînî ku tu soza xwe erênî bike û ez serê te bi şûrê xwe jêkim ?Sofî got : a te jî raste , lê jiyan higî şirîn û xweşe, ka rê bide min ..Ez herim ser koçka te ji xwe re li dîmenên ku xweda dayî ji daristan û derya û pêre çend çixareyan ji xwe re bipêçim û bikşînim , mana derdora te ava derya ye ez ê her li te veger im ma ez ê bi kur ve çim ...Şah go : here her vegera te li vir re , sofî bi dilekî kul berê xwe da jor çû û hat û destê xwe avêşte tûrkê titinê destê wî li tişteke nerim ket , hewil da derxe, devê wî ji kêfa vebû , hate bîra wî pirtika ku firindeya sîmir da bûyê de , heme bi lez dest avête hesta xwe "çeqmeq - agir" berda pirtik û şewitand , pêre pêre firindeya sîmir li ser koçka şah meymûn danî gote sofî : de keza xwe ke xwe bavêje ser pişta min û fir da , sofî ji banî ban şah meymûn kir û got : wa şah meymûn te digot qet ez nahêlim çîroka min ji vê koçka min derkeve û kesê bizane dive serê wî were birîn , wa şah meymûn va min bir û ez çûm , şah ji dengê sofî derket banî û çavên wî bi sîmirê ket , hema xwe ji baniya koçka xwe de avêt xwar û dawî li jiyana xwe anî , û sofî vegera devera ku jê berê xwe dabû girava ku şah meymûn lê dima , firinda sîmir ji sofî re got va min tu ji mirinê xilaskirî weke te çêlîkê min ji wî marê xwîn xwar , wê qenciya te her û her li ber çav û nav dilê de bî û sofî xatir jê xwestin û berê xwe da malê , Axayê gund yek çav li rê danî bû, wî reşek ji dûr ve berê xwe da wî û dema naskir ku ew reş sofiyê bi lez berê xwe da odeya axê û mizgîniya hatina sofî dayê , axa û mêrên gund li pêşiya odê li benda sofî man , û axê gote berdestekî xwe bi lez mizgîniya vegera sofî bide malbata wî, zarok û hevjîna wî dilgeş bûn...Sofî giha oda axê, piştî silav û zanîna rewşê , sofî go axayê min dara min a sêvê ji min re ma û çîroka şah meymûn gihaye te û îşev êvarî ezê werm odê û şevbêrkeke dirêj emê bi hev re derbaskin û demên xweş bibînin ...Bi vî awayî her yek giha merema xwe û sofî gelekî kêfxweştir bû ji ber dara wî ya sêvan ji wî û malbata wî re ma û çîroka şah meymûn ta demeke dirêj bû gotûbêja di şevbêrkên odeya axê û her wiha sofî ew çîrok ji malbata xwe re şîrove dikir...(( Çîroka min geha deştê û dê û bavê min çûn buhiştê ))