Çîrokên...deman
Hişyar dibin
Xwenên zivistanê bi
Zengilê buharê re.
Xwe dispêrin kenê kulîlan
Mîna dîwarekî ji hêviyê.
Ewrên tenêtiyê xêzûvêz
Dibin
Bi bayê syrana re.
Çol û beyar sozê didin baranê
Bi dîdariya buharê
Ku rehên dilşadiyê bi
Xûnava xwedîtiyê rewa
Bikin.
Sirra bayê zozana xwe ji sibehên
Xwe
Bê xwedî dike.
Û ber bi hembêza deştê ve tê
Ta germa dilên miçiqî bi
Hênikbûna evîniyê salox
Bike.
Hingûr tabiloya çîrokên rojê
Radestî şahê êvarê dike.
Û wî dike berdevkê bîranînan
Ku li ser texê şevê pêşkêşî
Xewrevandiyan dike.
Nayif Çolo