1 قراءة دقيقة
الحلقة الثامنة والعشرون من برنامج الرأي......NERîN

الحلقة الثامنة والعشرون من برنامج الرأي......NERîN

Dengê Miletê bindest ..صوت الشعب المضطهد
على صرخة شيوعي من كوردستان



الخالد في ضمير الشعب
التاريخ والثقافة الكوردوارية 
العظمة بكل ما للكلمة من معنى 
بلبل كوردستان 
انشودة الامل الذي زرع التفاؤل في قلب كل طفل وامرأة وشيخ كوردي 
جبل جودي ..
انه الخالد الحي في ضمير كل كوردي شريف محمد شيخو بافي فلك

Mihemed Şêxo
--------------------------
Hunermendê kurd ê navdar Mihemed Şêxo di sala 1948’an de li başûrê rojavayê welêt, li gundê Gîrbanîn ya Qamişloyê tê dinê. Navê wî yê rastî Mihemed Salih Şêxmûs e. Di zarokatiya wî da malbata wî koçber dibe û li gundê Xecokê bi cîh dibe. Li vir mirêbetiyê dike. Şêxo mezinê yanzdeh bira ye. Di sala 1959´a da dest bi xwendinê dike, lê sê sal şunda dest ji mektebê ber didê. Di salên xwe yê mektebê da Mihemed Şêxo gelek hunermendên kurd nas dike. Ji tesîra wan nêzikî muzîkê dibe û di sala 1969’ê da dest bi dengbêjîtiyê dike. Ew salên xwe yên di navbera 1969 û 1972’yan li Lubnanê ji bo xizmeta hunerê xerc dike û li Bêrûtê du sal dersên muzîkê distînê. Di sala 1972’ê da bi hinek hevalên xwe ra bi navê Koma Serkeftin komek mûzîkê saz dike. Mihemed Şêxo 1973’an de derbasî Başûrê Kurdistanê dibe û li wir mîna hozan û şervanan kar dike, têkiliyê xwe bi hunermendê kurdên ên din re saz dike. Paşê diçe Şamê, li wir kaseta xwe ya bi navê Ay Gewrê derdixe. Lê li wir dewleta Sûriyê Mihemed Şêxo rihêt nehêlê û gelek caran tê binçavkirin. Ser wê yekê carek din berê xwe da Îraqê û di nav refên pêşmergeyan da cîhê xwe digre. Bi têkçûna serhildana Başûr re ew derbasî Rojhilat dibe û li wir kasetekê tomar dike. Li Rojhilatê Kurdistanê ji bilî karê xweyê muzîkê çend sala mamostetiyê jî dike. Demek şunda rejîma Îran ê jî Şêxo wek dijberê rejimê dihesibîne û derheqê wî da biryara binçavkirinê digre. Ji ber wê yekê Mihemed Şêxo piştî 11 salan carek din berê xwe didê Sûriyê û li wir bi hezkirinek mezîn tê pêşwazîkirin. Dewleta Sûriyê ji têkiliya Mihemed Şêxo û gelê Kurd aciz dibe û wî digrê, davêjê zindanê. Lê ev biryar jî dengê Şêxo nade birîn. Ew kilamên xwêyê herî baş li haps û zindanan da dibêje û di kilam û stranên xwe da derd û kulên gelê xwe û daxwaz û baweriyên wan bi hunermendîyek bilind tîne ziman. Hunermend di sala 1983’yan de vedigere Qamişloyê û heta sala 1988’an de gelek berheman diafirîne.
Mihemed Şêxo di 9'ê adarê 1989an da çû ser heqiya xwe. Li Qamişlo ji aliyê 70’ê hezar kesî bêr bi rêwîtiya xwe ya dawî tê rêkirin.
Bandora Mihemed Sêxo li ser mûzîka kurdî
Mihemed Sêxo bi stran, stîl û awazên xwe bandorek mezin li mûzîka kurdî kir û gelek stranên wî ji aliyê gelek stranbêjên kurd hatin şîrove kirin û gotin. Bi deng û awazên xwe, klam û stranên xwe jiyan û hunera gelê kurd dewlemend kir. Mihemed Şêxo bi giştî 14 kasêt amade kirin û pêşkeşî gelê kurd kir. Berhemên wî li hemû parçeyên Kurdistanê hatin belavkirin. Mihemed Şêxo ku yek ji strana wî ya herî bi nav û deng Ay lê Gulê ye, gelek stranên din yên nas û hezkirî bi deng û awazê xwe xist guh û devê guhdaran. Piştî mirina hunermendê mezin, kasetên wî li gelek cihan ji nû ve hatin derxistin û bi vî awayî bêmiriniya wî xwe nîşan da.
Çavkanî
Strane Mihemed Şexo Agır Agıre derde te iro Askeri Aso Avindarek Ax ger xweşe Axına mın ji dil Ay le güle Azade şerin Azade şerin Bargıran Bav u bıra Baxçe güla Baxte reş Be xebat Berdille mın pir Bilbilo Bilinde bejn Cana mın Cana şerin Carek min go Cıwana azade Ciwane ciwane Çava kilke Çavet xwe veke Çibikim bi can Çipka xunave Çum nav baxe evi Çuma kele Daye negri De were Deh u yek adar Delala min Denge vi dili Derdan çi ez Dergihe jin ü hevi Destar Deste min bigre Di baxan dil Di xewde Di zindane Dil kujitiye awre Dildarim Temo Dilo ez bimrim Disa lımin awir ki Dünya bu bühar Em hemi Eman Eman dilo Eman eman Emê Ere şoxa Evin şahe şame Ey felek Ey felek-2 Eyd ü erefat Ez befrim Ez bum ferar Ez derbum Ez dinalım Ez ji bi cibim Ez keçike krd Ez kevokım Ez nexweşim xanim Ez u Hızır Feryad Finciko Gava ez mırım Gewre Gülizar Hat peşmive bejna Heps ü zindan Her erom erom Here şerin Hestiremin di barın Hey dilo Hinne Ho daye daye Ho yaman İnte+ İyonek İqbala belek Ji min di çaf na revın Ke dinya hejand Keça günde mê Keçike sımoqi Kedera mın Kewe xorte sere çiya Koçemê barkır Krd pir şerine Kulungo Le keça Li kenare Lib lib ley Lo şivano (Beha) Lübnan M. Roni Menal dilo menal Meşi u meşi Meyro Min bihist Min cane dit Min carek dit li Mixab bi nave jine Nalenek te Narin Necat Kake Neke giri Nesrin Nexweşim ez Niwroze me hat Nofa Qasımo Pejna te naye Perit roje Perwin keça Peşkevin Peymana min Pire xem civin Piroz li te buke Rabe gülistan Rabe ji xewe Rabe pismam Raqib Rewşe civat u Rewşene Sabra bervi dili Saz Se zeri Sebre Serdana günde fıl Sinem Sinemme Sulav Şerin tu cinara Şerine nu gihaye Şermine dil Şev çü Şeva tari Şikriye Şire şera tuyi Şivane pez Şükraye Taril hekim Tırskım wez bimrım Ti ji min durket Tu wi bihişta reng Tu wi kewistan Ve yar kuje tirek Vetnam u kuba Welat Were kubar were Were were cane Were were lı nik Wexte seher rabe Wez ne kinnim Wez nıkkarim Wez te nadim male Xaça sor u şeng Xal xaloke çema Xem u xeyale te Xewde Xorten mele Xweda hafız Yade En min hene evane-berebin


-8:25




تم عمل هذا الموقع بواسطة