Şivanê kerî
Kerî dû kerî bang kirin ber derî
bi navê serok, rakirin ew serî
nexweşî û nezanî dirûşma jiyanek
hemî xewn û hêvî di nav de firî
Demukrasî xewne, mîna Aşîtî
Gelo kî ji dest me welat tev birî?
Belenegazî tê de bi girsî dijî
ronakbîrî nav de evînek mirî
ji derveyî dema îro em dijîn
di çarçovê êş û xeman û girî
dihêrin siloganê pûç û derew
bila her bimîne şivanê kerî.