1 قراءة دقيقة
Çîroka welatekî

 Helbest: Rêber Hebûn

 Ger ew 

serok koça xwe kir
gel wê bîne hezar serok

em ew gelê Kurdê resen
xwîna me afirand dîrok

ger em nebin dewlet û hêz
ger hilnedin ala bi rok

jîna me wê bê wate be
azadî wê bibe çîrok

warê bedew jîna me ye
paytexta qumrî û kevok

dapîr û bapîr û bav

ezber kirin ew mak û kok



تم عمل هذا الموقع بواسطة