1 قراءة دقيقة
Xilmaşî

Xilmaşî

Bajar bi giranîya xwe
ser zenda min xilmaş dibe
Piroje û pilanên xwe
Daxwaz û qewîtîyên niştewaran
!!…Dispêre bextê dawerê 

 !!...Na lo here
Xew giran e
bê hedan e kelecan
Roj diçin wek şeqaman!!…
Sal dûvên xwe li bîranînan badidin
Ber bi nişîvên temen de
!!...Penaber gavan radidin
Di şeva hicranê de
giyanê min dibe xemdêr
Di rêça kadizan de
helbestên min nabin sitêr
li ber pencera dilê bendewar
!!. peyvan tête xwar

22/1/2 019 z.
***************************



تم عمل هذا الموقع بواسطة