Tê gotin : çêlekek bilez hate ber dergihê koçka padîşahê xwe , ji mezinê dergihvanan re got : ji padîşah re bêjin ku ez dixwazim wî bibînim ! xwestin wê dûrxin , rabû orî û got : ez gavekê ji vir naçim ji ber vî dergihî berî padîşah rû bi rû bibînim! mezinê dergihvanan yek şande cem padîşah da jêre çîroka çêlekê bêje... - ezbenî çêlekek ji gelê we dixwaze di nav destên we de rûne û we bibîne û çend pirsan ji we bike?! padîşah got : bila bê em meyzînin ka çi daxwaza wêye çêlekê got : ezbenî min bihîstiye ku tu nîşanan dide û min yek ji xwere dive ! padîşah bidengekî bilind got : ji bo çi û bi çi mafî û te çi kiriye ?! çi sûd û mifa welat ji te heye da em nîşanekê bidne te ! çêlekê got : heger ez nîşanekê nebim wê kî bibe pa kî ji min hêjatire.. hun goştê min dixun û şîrê min divexun û çermê min li xwe dikin , rîxa min bi xwe hun dev jê bernadin , hun berdes dikin û bi kar tînin û got : ji bo piçek teneke hîn hun di xwazin ez çibkim da ku nîşanekê bidne min?! padîşah dît daxwaza çêlekê rast û duriste rabû nîşanek ji pila didwan bi sukra wêve kir û dilê wê bi çend gotinên xweş kir û çêlekê vegera û bi rêde kete sema û sitrana û dîlanê , hêstirekî ew dît û ev gotobêj dinavbera wande gerya ... - dem baş xuşka çêlê ... - ser çavan birayê qantir ... - ev çi bûye ku tu wisa dilgeşî! û tu ji kurve tê ?! Çêlekê bihûrgûlî her tiştên ku pêre çêbûyî şîrovekir û dema got ku wê nîşanek bidest xistiye ji ba padîşah ?! Kufte kuft bi Qantir ket û çavên wî sor bûn û firnikên wî ferebûn û her çar simên xwe li qadê dan û berê xwe da koçka padîşah û dema geha li ber dergiha koçka desthilatdaran kire qire qîr û hîre hîr û bidengekî bilind bakir : ez dixwazim padîşah bibînim?! Parisvan : nabe qedexeye. Lê bi ser hişkbûna xwe ya ku ji bavê xwe girtî kire hirhir û dest bi zîtirka kir û nexwes vegere paş ji dergih... çûn rewş ji padîşah re gotin serde hinek " beharat " .. Padîşah got : pana qantir jî ji gelê mine bila were da em bibînin çi daxwaza wiye! Qantir di nav lepê padîşah de şipya ma û silaveke qantirî lêkir , dest û kirasê wî maçkir û dûvre got : min jî nîşanek dive?! Padîşah jê pirsî : pa te çi pêşkêş kiriye da tu nîşanekê bi dest xe ? Qantir got : ezbenî pa kî weke me pêşkêş kiriye?! Pa ne ezim yê ku tang û tivingê we li ser pişta xwe hildigirim didema şer û cenga de?! Pa ne ezim yê zarok û malbatên we hildigirim ser pişta xwe di rojên xweşî û aştiyane de?! Bê min û ked û karê min we nedkarî tiştekî bikin! Padîşah biryarek derxist dema dît ku qantir ser rastiyê ye Padîşah got : nîşanekê ji esta yekê bidne hemwalatiyê me qantir?! Di wê gava ku qantir ji koçka padîşah vedgera bi her çar simên xwe di rewşeke geş de seydayê ker dît bi rê de Kerê go : dem baş birazî Qantir go : ser çavan amo - tu ji kurve tê û bi kurve çê? Çîroka xwe jêre got , wê çaxê kerê go heger çîrok wisa be ez jî biçim cem padîşahê xwe da nîşanekê bi destxim Bi bezeke çar gavkî berê xwe da koçka padîşah û kire qerebalix bi serê parisvanan de wa hew karî çare ji serê wî kin ne bi çi awayî ! Çûne ba padîşah jêre gotin: hemwelatiyê te ker dixwaze were ba te bi hêvîme win hatina wî erênîkin Ker hat jêre got we çi dive hemwelatiyê me ker Kerê daxwaza xwe jêre got Padîşah got piştî bihn giha serê bihvila wî Çêlek sûd û mifa dide welat û milet bi goşt û şîrê û çerm û rîxa xwe heger te got qantir ew bara hildigre di ceng û ferehiyê de ewjî mifa dide welatêxwe... Pa te çi kiriye da tu bi kerîtiya xwe were cem me û bê şerm û fedî daxwaza nîşanekê bike ? ev çi tevlî heviye tu dike kero! Kerê girnijî û serê xwe rakir û got : Dilovaniya te ezbenî padîşahê min Ew karê herî pîroz ji were tê pêşkêş kirin ji şêwirmendê we ker beg in heger bi hezaran kerê wek min ne li derdora weba pa we dikarî ser deshilatdariyê ?! gelo wê desthiata wa berdewam ba bê keran û heger hemwelatiyê te ne ker ba tê rojekê tenê ser desthilatê ?! wê çaxê padîşah bawer kir ku ew kerê li pêşiya wî ras dibêje ne weke kesê din nîşanek ji parçek teneke bibe , lê dergihê xeznegiha govê fermî yê tijî êm vekin da weke kerê diling yên li derdora me dixun û didzin !