Vajî peyvê
di destpêkê de peyv bû
Di sira vê gûmanê de
Min tor û tûrikên xwe amade kirin
bû me nêçîrvanê tîpên firîndar
Baskên feriştan
Ez li ber wateyên xeydok vedigrim
Li serê kendalên êşê
Bangewazên bilbilan dihinêrim
Siparişên sorgulan
Li ber bayê evînê ez didêrim..
Rêberên sûtar û nexweş
Berê doza min didin tûnêlên reş
Heyvê diterişînin
Sitêran gurî dikin.
Li bin sîtava helbestê
Peyv rê nabin ser mebestê
Çendî dilê min bi kule
Ji pendan xwîn dinisile
Nav rûpelên nameya min
Vajî vîna min diwêne
Navîşanên heyama min.
20/1/2019.z
***********************