1 قراءة دقيقة
Soz


Soz


Tê gotin : ku padîşahek jinêçîrê vegera koçka xwe dişeveke gelekî sar de , û parisvanekî temen dirêj dît ku ew şipya ye û cilkêt tenik lêne... Nêzîkî wî bû jêre got : gelo tu bi vê sermayê hestyar nabe !! Parisivanê temen dirêj : helbet serma min gezdike , lê mixabin ti cilkê ku min germ bikin tune ne û çare nîne û dive ez xwe ragirim! Padîşah jêre got : niha ezê derbasî koçka xwe bibim û bikesekî berdestê xwe re cilikne ku te germ bikin rêkim û girnijî û çû ...?! Ew kesê temen dirêj gelekî bextewer bû bi wê soza padîşahê xwe... Lê gava padîşah derbasî koçka xwe bû soza xwe jibîrkir û dema rojê hilat dîtin ku ew parisvan miriye û lirex wî nameyek nivîstiye bi teliyên lerizandî : (( Ey padîşahê berêz : min barê sir û serma yê hildigirt her şev bi berxwedanî , lê soza te ji min re da bi hinek cilkêt stûrtir û germtir hêvî û hêza min ji min dizî û bir û ez kuştim ...)

تم عمل هذا الموقع بواسطة