Serpêçî
dîn im di çerxa demê de
qalikê hiş vedikim
hildibirim,
damarên pengexwînê
li ber pildana evînê…
Li ser pêlên serpêçiyê
Xwe zer dikim pêsîrên asîmanan
goşiyên helawistî
Bi ser devê arezûyan de digvêşim
Û hevsarê dawerê
Ji destên yezdan dikêşim.
4/11/2018.z
*********************