Rebeno kurdo

Dinya tevî xwedê li me bûne yek
digotin bi dorê ye çerxa felek
Rojek wê bê Kurdistan tev bûye yek
azade xwedî al û yek serokek
Gorî û xwînam ji mêj ve diyare
hespêm li qoşe mêrxasêm siyare
Xelk bi dijminkî ne min sed neyare
bextêm reşe xwedan nealîkare
Mêjûya min vegerînin zindiyê
dilsozê ola ez bûm xwediyê
Bindest û perîşan param ketiyê
ev çi ol in l' serê kê kim xweliyê
Mame girêdayê ola û qeydan
bûme sosyalîst dawiya miletan
Min didîtin kafir wan şêx û melan
wan jî ez firotim dane bi erzan
Îro jî dîrokam na neçêtire
partî û sazî ji milet bêtire
Ev qelsiye dijmin ji me xurtire
ka em bibin yek ji mer bikêrtire
Derfet li dare şerm bikin ji hev
xwedê jî alîkare desta bidin hev
Tolhildana şehîd ronî bikin şev
azadiya welat diyarkin li hev
De bila Tiramp û Makron û Botîn
Min nekin bazar kê firot û kirîn
De bila Erdoxan xwedyê gir û kîn
bila şanebe bi Zeytûnê Efrîn
Kurdistanam keleh û berxwedane
Yekîtiya Kurdan bo wê dermane
Dora me hatiye ferman fermane
Piştgir îro xwdan û teva cîhane
Azadî Osê 2/1/2019