1 قراءة دقيقة
Rabûn


Dildar Ashti


Rabûn
Ewr nexşeyan wêne dikin
Bûnewerê efsanî me
Ji dûmanê hildikişim
Pirça asîman
Bi sorê bihnefişka xwe rengîn dikim
Gevalên hêviyan
Ber bi derya xwîna min de dibezin
Ji kûrahîyên birînê
 Sirûda zarokên êşê saz dikim…

 zayîndeyê vê birhê me
Ji hinavên bobelatê
Hatime şênîtin û aferandin.
Ji nîhadê xaka pîroz derketime evrazan
Ji qêrîna dayikên kezebsoj
 Bû me stirana hewarê li derwazan.

                                 12/1/2018.z
 **********************

تم عمل هذا الموقع بواسطة