Şeva bûrî
Nizanim..Ez li wir bûm
Ne tu li vir bû
Deverek ne wek hemû deveran bû
Ne zemîn bû, ne ezman û ewr bû
Stêr, gul, keskesor....
ji me re doşek bû
Hawîrdor mûm , fener, çira û find bû
Şeva bûrî
Tu .....li gel min bû...
Û yê mayî tevde xewn bû
Erê ....erê.................xewn bû