1 قراءة دقيقة
Min di roniya çavê xwe de veşêr e

Boniye Cegerxwin


Min di roniya çavê xwe de veşêr e
Min razîne
konîkên çava li min bigre ,mijankan bi ser min de raxîn e
Bi salaye bi agirê evîna te dişewitim bese agirê xwe sarke roniyê Li min vemrîne.
Bi evînî dilê min hembêzke,jînê li min
vegerîn e
Kirasekî ji reşa şevê bi bi ser min de berd e, dora min bigre, hênik bike lavijan ji min re bêj e,bi dilovanî min di ber sînga hestên xwe de bilorîn e
Êdî beş e! Birînên min pir kûrin
êşên dilê min bê dawî ne
Dixwazim di roniya çavê te de binivim,di heyva jiyana te de , derûn herdem xwe bibîn e
Tenê bi te re,dilê min asa ye , ji lewra dixwaze li cem te her û her xwe vehesîn e û tenê bi te re hoşê min wê karib e xwe vejîne
De ka êdî delalo were min di nava hestên xwe de bipêçe, derûn rihetk e
dilê minî birîndar di xew xîn e
Da karibim bi te re sîberan vehûnînim
xewnan ji nav baskên şevê birevînim
 hêviyên xwe teva bi cî bînim û di hembêza çavê te de , dilê min timî xwe bibîn e
.

تم عمل هذا الموقع بواسطة