1 قراءة دقيقة
Keça berfê

Keça berfê
 

Dildarê Aştî

 Li ser kîjan quntarê xwe ragirim
Li keviya çi kaniyê
Bi tiliyên hedarê mijûl bibim
?Çawa çipilkên katjimêrê rawestînim
?!. Bûyerê paşwext bikim

 Hatina te dereng ket
têl û netêlên telîfonê hatine birîn
Şev ketiye reşa tîr
Û pêjna te
bêhna pûngê nafûrîne
Kenê te
Sitêran naçirisîne
Kulîlk û gul
Di neynika dêmên te de rûnadin
Çav li hawîrdor xayizin
Û perwane
…!!. li dora mijgûlên te naleyizin

Lîlo..lîlav..lîlavê
Hogira nêrgiz û avê
Keça befrê
 Hevala gezmax û rê

 di hinavê min de
Kaniyek bikel digere
Di hişê min de
Hewar û govend û şer e
Te jî îro
Şopa kenê awatxwaz
... Li ser anya vî welatî wênekir
Xêzeke xwîn
Di nexşa xewna min de te zêde kir
.27/6/2018z
 *****************************

 Dildarê Aştî

تم عمل هذا الموقع بواسطة